Berî niha nivîskarê Tirk Cengîz Çandar di civîna Fûara Tirtûkan a Komkarê de gotibû „milletê ku li dîasporayê xwedîyê lobîyê be, ew millet namre“ û rastîyek destnî?an kiribû. Pi?tre dîsa li ser banga Komkarê civîna siyasetmedarên Kurd ên li derveyî welêt hatibû lidarxistin, ba?çawî? û generalên siyaseta Kurd hatibûn cem hev, pirsgirêkên xwe nîqa? kiribûn. Ji wê civînê komisyonek derket û komisyonê biryar da ku civînên xwe bidomînin.
Civîna duyem di 12. Cirîya pê?în de hat lidarxistin. Dîsa ba?çawî? û general hatin cem hev û lotikek avêtin. Pîroz û bimbarek be. Karekî ba? û giranbuha ye. Bi kêmanî hatina wan a cem hev jî gavek erênî ye.
Kurdan ji tunebûna lobîya xwe pir ti?t winda kirine. Ermenîyan bi hebûna lobîya xwe gellek ti?t qezenc kirine, gellek dost û alîgir ji xwe re çêkirine. Lobîya Ermenîyan di gellek waran de cîh li dewleta Tirk teng kiriye. Hema bêjin aborîya Ermenistanê li ser pi?ta lobîya Ermenîya ye. Ciwamêran bi yek dil û yek dengî xwedî li welatê xwe derdikevin. Lê em Kurd ne wilo ne mixabin. Pirsgirêkên ?exsî nehi?tiye, nahêle ku siyasetmedarên Kurd li derveyî welêt bên cem hev û wê bawerîya ku karibin bi hevre kar bikin, bidin hev. Bi ser ku tu pirsgirêkên siyasî û îdeolojîk di nav wan de nemane jî, lê pirsgirêkên ?exsî, hevdutawanbarkirin û dijminatîya ku berê li himber hev kirine, dibin sedema rêlibergirtina yekîtîya wan.
Axir, herdu civînên Kurdên dîasporayê gavên girîng in. Li derveyî welêt bi sedan kadro û kesên ku karibin dewletê îdare bikin hene. Kesên ku karibin bandorê li Ewrûpîyan bikin hene. Gellek ji wan kesan jî be?darî van herdu civînan bûn û kêfa me anîn. Divê ev brayên me yên mezin, ev kadroyên ku bi salan di rêveberîya rêxistin û partîyan de cîh girtine û digrin, gotina Cengîz Çandar qet ji bîr nekin. Divê ev siyasetmedarên ku hatine cem hev ji damezrandina lobîya Kurdan re bibin rêber, bibin stûna lobîya Kurdên Ewrûpayê. Li vir barê herî mezin dikeve ser pi?ta KOMKAR ê. Çawa ku KOMKARê ji bo amadekarîya van civînan gava pê?în avêt, divê ji îro û pêve jî xwe bide ber bar, bêyî ku berjewendîyên rêxistinî bide pê?, li ser bingeha berjewendîyên netewî siyasetmedar û kadroyên li derveyî welêt bîne cem hev, ji wan re bibe sîwan da ku Kurd jî bibin xwedîyê lobîya xwe.
Berdewamîya can civînên Kurdên dîasporayê pêngava avakirina lobîya Kurda ye.
Hêvîdarim ev civîn jî wek gellek ji civînên salên çûyî ji ber sedemên pirsgirêkên ?exsî û rêxistinî têk neçin. Dema pirsgirêkên ?exsî û rêxistinî derbas bûye kaka. Heger em dixwazin bibin xwedî gotin û di dîroka Kurdistanê de ciyekî bi xîret bistînin, divê her Kurd li dora berjewendîyên netewî bên cem hev, bi hev re çay û qehwê vexwin. Ê helbet pi?tî çay û qehwê xwarina ?orba nîskê jî ne xerab e haaaaaa…..
ser xere be
Law ez ji ala Kurdistan’ê chiqas hez dikim xwedê dizane qerdashim. Heger jina min „xanim Mishkê“ nebe, aha ez ê vê gavê xwe ji bo ala pîroz bikujim dînime îmanime. Chima hun dizanin shekirno? Da ku bila her kes bêje „wî mishkî xwe bi ala xwe ya qedîm kusht u bi vê yekê jî di belgeyan da hebuna milletê xwe da qeyîd kirin, ji bo ku bila tirk, ereb u farsên bê namus nebêjin kurd tunin“. Ma we aniha stratejiya min ya qerase fam kir cîgerlerim? Yanî gava mirov dimire jî dikare bikute wan qewadan u wesselam.