Van rojan tirsa zimanê Kurmancî tirr ji rayedarên Tirkiyê berdaye. Heçê radibe êrî?î zimanê Kurmancî û kesên ku dixwazin Kurmancî têxin rojeva Tirkiyê, dikin. Ji serekerkanê artê?ê bigrin heta bi serokwezîr û serokê meclîsê, tev bi hev re lotikên bergîlkî davêjin û ketine tirsa parçebûna dewletê. Serekerkanîya artê?ê di daxuyanîya xwe de pir vekirî dibêje ku “bikaranîna zimanekî din nî?ana parçebûna millet û dewleta me ye. Ti?tê ku yekîtîya me li ser lingan gihêle zimanê me ye, zimanê Tirkî ye” û tirsa dilê xwe e?kere dikin. Tew ji xwe serokê meclîsê M.Alî ?ahîn îxbarîya BDPî yan li dozgerên dewletê kir û ew dawetî girtina BDPî yan kir.
Hûn dibînin bê zimanê Kurdî çi tofanê tîne serê Tirkan û çi tilîyên qerase davêje bin dûvê wan ne?
Yaaaaaaa Kurdino! Bi hêza zimanê xwe zanibin û di her qada jiyanê de bi Kurdî biaxivin, vê tirrê ji wan re nehêlin. Bi Kurdî biaxivin ku rayedarên dewletê hew wêribin herin ser do?ekên jinên xwe û ji mêranî bikevin kaka.
Werhasilî kelam, mesela me li ser xanima germik û nermik, seroka TUSÎAD ê Umît Boyner bû.
Xanima germik û nermik Umît Boyner, hat Amedê û silavek agirpêketî da Serok Osman Baydemîr. Umît Boyner, di axavtina konferansê de bi Kurdî lotikek avêt û got: “Ez ji bo a?tî, bratî û wekhevîyê we silav dikim, Diyarbekir mala me ye jî” û kêfa Amedîyan anî. Pi?tre jî xanimê bi çeplê Osmanê me girt û ket govenda Kurdî, toz û dûman bi ser serê salonê xist.
Hûn dibînin ne?
Rayedar û sermezinên dewletê wek Umît Boyner xanimê jî wêrek û bi cesaret nabin, wek vê ciwanikê jî nikarin rêzê ji Kurd û zimanê Kurdî re bigrin.
Weyla Umît Boyner xanimê di devê we de mîztino, ma hûn wek jinekê jî nayên oxlim?
Amed
Welle cîgerno, Osman-ê me destê kê pêdigire, ji nishkê va tu mêze dikî ku ji devê wî/wê kesî/ê ha ha peyvên kurdiya pîroz dirijin. Ez dibêm, hebe nebe Osman-ê me qeraseyê mêran e u hinekî jî evdalê xwedê yê nermik u germik e dînime îmanime.
Ê babam kurdê bê kurdî, Kurdistan-a bê kurdî, cenezeyekî mirî u genî nîne jî chi ye hi? Ma ku kurdî, yanî ruhê bi hezar salan ji bedenên kurdan u Kurdistan-ê koch kir u chu, ev kurd u Kurdistan-a bi tirkî gemar buyî hebe chi dibe nebe chi dibe gurchikino.
Bila bikutin wî kurdî u Kurdistan-a mirî u wesselam.
„Ê babam kurdê bê kurdî, Kurdistan-a bê kurdî, cenezeyekî mirî u genî nîne jî chi ye hi? Ma ku kurdî, yanî ruhê bi hezar salan ji bedenên kurdan u Kurdistan-ê koch kir u chu, ev kurd u Kurdistan-a bi tirkî gemar buyî hebe chi dibe nebe chi dibe gurchikino.“
A wa ye.. Qijikê Dêrsimê, mala te ava bî.!
Xweska ez di destê wê debama.“weyla min lêvê te xwaryê“
Malê we ji ma ew ji cü bü?
xanime zerik ü germik nermik
ji asqa osmanê me hindek maibü
bi xwede biritibanê!
Le osmane me ji bi deste xanime zerik a germik girt
ü gö xanime ez dexiletebim li we meydene ne ri!
le iro karkere me na xabitin ü ti kes tüne güye ve
tirke jiwan dere paqijbike!
Atatürke ve beri 85 sali bi me de rit em dikin nakin
em nikarin güyewi jiwe BDp iye paqijbikin.