Zanîngeha bapîrên me li Nisêbînê derket holê

Nisêbîn û bi gi?tî herêma Mêrdînê, cîh û warek herî pê?în ji yên be?erîyetê ye. Berhem û xirbeyên li Mêrdîn, Darê, Nisêbîn û gundên derûdora wê, nî?ana ?aristanîyên mezin in.  Ev herêm ne tenê stûnek ji stûnên ?aristana îro, lê herweha navendek ji navendên Kurdayetîyê ye jî.

Herêma Mêrdînê maka zimanê Kurmancî, hêlîna berxwedanê ye jî. Lê mixabin Mêrdînî bî qedr û qîmetê xwe nizanin, tim û tim bûne himal û barkê?ên doza Kurd û Kurdî û hefsarê xwe xistine destên kesên din. Kesên din li ser serê xwe kirine mîr û wezîr, banû û prenses û tucarî serokatîya xwe bi xwe nekirine, kesên ku ne layiqî wan e ji xwe re kirine serok yan rêber û bûne mirîdên wan. Halbûkî xizmetkar ew in, barkê? ew in, lê kesên ku li ser ked û pi?ta wan diçêrin jî biyanî ne, ne ji wê herêmê ne.  Heger Mêrdînî li xwe, li ked û xwîna xwe xwedî derketibûna, serokatîya doza xwe kiribûna, belkî niha rew?a wan ne bi haweyê îro bûya, belkî teko?îna milletê Kurd di astek din de bûya.

Axir, mesela me li ser ?aristanîya bajarê Mêrdîn û Nisêbînê bû.

Pi?tî lêkolîn û kolanên arkeolojîk ên li Dêra Mor Yakûb a Nisêbînê, derket holê ku “Akademîya Nisêbîn” ewiltirîn zanîngeha dinyayê ye.  Di vê derbarê de qeymeqamê Nisêbînê Mûrat Gîrgîn jî da zanîn ku ewiltirîn zanîngeha dîrokî li Nisêbînê derketiye holê û ev jî nî?ana ?aristanîyek mezin e.

Ez serê we nê?înim, Mêrdîn û herêma Mêrdînê xezîneyek mezin ji xezîneyên Kurdistanê ye. Lê ka ew gunikre?ên ku bi qedr û qîmetê vê xezînê zanibin û xwedî lê derkevin?

Nisêbîn

About The Author