Rehma xwedê lê be, serok Mao Zeytûn qeraseyekî zilaman bû. Ewqas qerase bû ku heta bi hinek çepên Kurd jî xistibûn bin bandora lotikên xwe û wan Kurdên me ji bo Mao Zeytûn û Enwer Nok hevdu dikujtin jî. Lê hasil giha Mûsilê û em bi xêra Votka Gorbatçov ji wan serok û merokên Asya û Balkanan xelas bûn. Xwedê ji Gorbatçov razî be, ne ji wî bûya niha hîna jî belkî em bi dû qûna Rûsya, Arnawût û Çînê de bûna, emê li ber çîrokên sosyalîzm û kominîzmê di xew re biçûna û têketina  xewa mirinê. Lê ?ikir ji xwedê re em ji wan xelas bûn, hi?ê me hat serê me û em bi xwe hisiyan.
Welhasil, 117 salîya Mao Zeytûn li Çînê hat pîroz kirin û dê weledê xwe avêt.
Li eyaleta Hûnan gundê ?ao?anê (gundê Mao Zeytûn e) gundîyên ba?qan Mao ji bo ?erefa serokê xwe çewalek meqerna kelandin, zikê xwe pê nepixandin û 117 salîya serokê xwe pîroz kirin. Pi?tre gundî derketin meydana bi navê „Meydana Mao Zeytûn“ û çend helbestên serokê xwe xwendin.
Yek ji helbesta bê serûber a ba?qan Mao Zeytûn ev e:
„Axxxxx…
Min bi nan û pîvazê dest bi ?ore?ê kir
Ji bo qelew nebim min xwê pê danekir
Heger min zanîba wê gundîyên min ji bo ?erefa min meqerna bixwin
Minê „?ore?a meqerna“ li dar xista û navê welatê xwe bikira Komara Demokratîk a Meqernayê.
Lê xwedê ji cewr û cewrikên min re nehêle
Xelk ji bo ?erefa serokên xwe go?t û savarê dixwin
Ê min jî bi meqerna dinepixin
Ax dinyayêêêêêê
Wax dinyayêêêê…“
Pekîn
„Ewqas qerase bû ku heta bi hinek çepên Kurd jî xistibûn bin bandora lotikên xwe û wan Kurdên me ji bo Mao Zeytûn û Enwer Nok hevdu dikujtin jî.“
Ez çi bibêjim, ma ji wê nêrina xa$iktir, nêrin hene..!? Bijî rêzdar Çang Çîng Çong.
Têbinî; Erê ew nav jî (Mao Zeytûn) cîyê xa/xwe da ye.. Rastî gelkî dilge$/$a bûm.