Ajana Rûs, delala dilê xortên 18-70 salî, porsora 28 salî Anna Chapman, li Rûsya li alî “Kanal 1” ve wek jina salê hat hilbijartin. Chapman a ku li Amerîkayê bi sedema ajantîyê hatibû dersînorkirin, li welatê xwe Rûsyayê bû jina salê û doxîn li zilaman ?il û pil kir.
Anna Chapman wek sîxurek jêhatî tê naskirin. Perwerdeyek ba? dîtiye û li gora tê gotin, kare mar ji qulê derxe. Ji ber vê jêhatîbûna wê, me li ser navê Partî Demokratî Lotikxane û li ser navê îstîxbarata Lotikxanê “Lotikleaks” pê?niyazek qerase jê re bir.
Me di pê?niyaza xwe de ji xanima germ û nerm Anna Chapman xwest ku transferî Lotikxanê bibe û dersa “ajan û sîxurtîyê” bide sîxurên partîya me. Her çiqasî ajan û sîxurên Lotikxanê jî têra xwe ?areza û ji 007 James Bond jêhatîtir in jî, lê me xwest ku ajanek jin, ajanek wek Anna Chapman serpêhatîyên xwe bi sîxurên me re par veke û ?îretên wek “ajan çawa maran ji qulê derdixin” bide sîxurên me. Wek xelat jî me gotiye “Emê çewalek nîskên Mêrdînê, xurcikek mewîjên Torê û 2 zebe?ên Diyarbekirê” bidin xanima germik û nermik.
Welhasilî kelam, em niha li benda bersiva Anna Chapman xanimê ne. Heger hat û transferî Lotikxanê bû, ji xwe xwedê da me, emê têra xwe zimanê xwe li dora devê xwe xin.
De ma xwedê û ?êx Evdilqadirê Geylanî
Moskova
Bi rastî jî va xatûna ne mar her ti?tÎ B?NÎ ERDÊ DERXE HOLÊ… ez ?une webim dev li vê xatuna rutik berdin. çimkî we hê?i we li serê bibe rusyayê.. wê demê emê çawa Lotikxanê ra mijuk bibin ???
av ce rawsha av ce quna hungev je derdkave