Aferîn Soranekanim, bidin bin dûvê Kurmancekanim

Li ser bextê rojnameya „WAR“ be, dibêjin pênc xwendekarên Kurmanc nameyên xwe yên doktorayê pê?kê?î Zanîngeha Soran kirine. Lê dibêjin berpirsiyarê Fakulteya Adabê lotikek qerase li wan xistiye û daxwaza wan her pênc xwendekaran red kiriye. Çima ku qa?o zimanê standart ê zanîngehê Soranî ye, Kurmancî tê de nayê qebûlkirin, Kurmancî tê de heram û zinêkarî ye.

Balkê? e, dibêjin li Zanîngeha Selaheddînê jî heman lotikên Soranî tên avêtin û xwelîya heft gundan li serê Kurmancan tê dakirin. Ango, Kurmanc û Kurmancî bûne zarokên jinbavê û ji Ey?ika Ereb tên hesibandin.

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Duhok û Hewlêrê be, dibêjin hinek nivîskarên Kurmanc ev helwest wek „lotikên bergîlkî“ bi nav kirine û aciz bûne.

Dibêjin nivîskar û mamosteyên Soran, dixwazin Kurmancî li Kurdan herem bikin û bifetisînin. Û hetta ev helwesta zalimane di nav desthilatdarîya siyasî de jî tê me?andin, Kurmancî wek zimanê hirç û hovan, wek zimanê tarikselat û zinêkaran tê dîtin. Herweha tê gotin ku wezareta perwerdeyê pirtûkên Kurmancî ji bo xwendingehên Duhokê çap nake û rebenê walîyê Duhokê mecbûr dimîne ku wan pirtûkan bi pereyên butçeya bajêr çap bike.

Welhasilî kelam, Kurmancekanim hefsarê xwe xistine destê Soranekanim û Soranekanim jî ha ha li Kurmancekanim siwar dibin, wan dikin kurtanên kerên xwe.

Lê sûc sûcê kê ye?

Sûcê Kurmancekanim e!

Heta ku Kurmanc ev xwelîser, peppûk û reben bin, heta ku Kurmanc lal û bê ziman bin, heta ku Kurmanc bêzirav û qidûm?ikestî bin, wê Soranekanim jî li wan siwarên û Goranekanim jî.

Dibêjin rojekê diz dikeve mala yekî û mirî?ka wî didize. Xwedîyê mirî?kê ji bavê xwe re dibê „Welle diz ketin malê û mirî?ka min dizîn“. Bav ji kurê xwe re dibê „Bide dû mirî?ka xwe, li mirî?ka xwe bigere“. Lê kurê wî guh nade bavê xwe.

Pi?tî du-sê rojan, îcar bizina wî tê dizîn. Bav ji kurê xwe re dibê „Kurê min, bide dû mirî?kê, berê mirî?kê bibîne“. Kurê wî fêhm nake, nade dû mirî?kê. Pi?tî du-sê rojên din, îcar çêleka wî tê dizîn. Bavê wî aciz dibe û bi ser de diqîre: „Hey ker kurê kerê, te roja pê?în daba dû mirî?ka xwe, îro çêlek nedihat dizîn“ û ?eqamekê li kurê xwe dixe.

Îcar Kurmancino, Behdînîno!

Ev çar sal in Lotikxane guhê we dik?îne û dibêje: „Eman eman li zimanê xwe xwedî derkevin, hefsarê xwe nexin destê kesî“ û bala we dik?îne. Lê we mirî?k berda û we neda dû mirî?ka xwe. Kur bi ya bavê xwe nekir heta ku çêlek jî li ser kir. We jî guh neda Lotikxanê heta ku we fakulte û zanîngeh jî li ser kir. Heger we roja pê?în dengê xwe bilind bikira û li Kurmancî xwedî derketina, îro Soranekanim ev pelûla germ bi serê we danedikir.

Duhok

About The Author