Qadoyê me yê delal
Tu kar dikî, ji kê re?
Tu dev davêjî ?êrên me yên têko?er
û wan pehlewanên seranser,
…ku kê?eya me difiro?in li bazarê
Te jî paldayî,
Tu tew naçî hawarê…!
Çi hatiye serê te?
Kê evqas bîra ya Heineken berdaye nav mejiyê te?
Te xwe li ser me kirî dîkê Misirê?
Tu dikî bifire?
Û te xwe di qada rexnegiriyê de kiriyî leheng
Hergav û herdem tu dikevî ceng?
Ma qey te destûr ji me standî?
Te dara xwe ya bejinbilind li vê ortê çandî?
Te hespê xwe yê kumêt bê fermana me
Ji tewlê berdayî û bezandî?
Tu çi dixwazî ji Ata?
Tu li çi digerî, li van sirta?
Ma tu natirsî ji Xwedê?
Yek ji ni?ka ve li gelçima histoyê te bide?
Ma tu nabînî ruhniya „Serxwebûnê“?
Pertava wê belav bûye li gerdonê?
Heger tu bawer nakî,
Kuro, here bipirse ji Ergenekonê…!
Qadoyê tehl û tir?, lo dilo,
Tu jî wekî Eynoyê Dîkê
Wekî Yehya Silo…
Bi tevir û kêseran
Daketî hember çandeperweran
Tu rexnê dikî li helbestvan
…û wan devkewseran…
Ewên ku rûyên xwe dane xor?îda royê
..û wefadarin ji bo serokatiyê…
Dixun savarê li a?xaneya bela?
Digerin li koçkên televîzyonê bi berçavk û kila?
..û vedixun çaya bihinxwe?…
Tew tu têdigihî ew çi dibêjin?
Ma tu nizanî ku ewana bûne stûnên baweriyê
Xwedanên dîrokên ji mêj in?
Qadoyê bejinbilind, êdî bes e !
Rew?enbîrê wek te, her bê kes e
Were tu jî serê xwe wek me biçemîne
Tu jî baweriya xwe bi “Ata” bîne
Ew dostê me yê mezin e
Ku çi kes wekî wî nine…
Ewê ji me re „Hukmê Îdara mehelî” ji Erdogan bistîne
…û ewê ji me re taca serê me ji nav tozê derîne…
Ma qey tu nabînî li ba?ûrê pir û pir piçûk
Hêja Hemîd Haj Derwê? bûye”?ervanok”
Nameyek rêkiriye ji bo “Serok”
…Têde aniye zimên daxwaza gelê me
Serok Esed jî gotiye: “Li me biborîne nezaniya me
Qey rast Kurd wilo li Sûriye bindest in?
Qey em wilo mirovin kevneperest in…?
Ey serokê partiya zor Teqeddumî
Ez ji niha ve mafê Kurdan didim…
Yek bi yek, wan mafan hemî…
Tenha bila Qado dev navêje me
Tema ez jî Ata yê we me…”
Keko, ji vê xwe?tir çi heye?
Bo çi hergav û herdem xirtepirta te ye?
Wekî ez dizanim,
pênûsên we hinekan egera koletiya me ye…
Ji roja tu hatî dinê
Tu bela serê me ye…
hehew bi xwedê te porê mayî jî te ji serê qado rakir û serê mîna ….selut kir
kuro lawo Kukumê Xwedê ger yê mîna Qado jî nebin xwelîya tingan li serê meye, behwerbike divê carana hin hebin hevsarê van siyasetmedarên me bik$înin ji bo pozê wan bi$ewite lê bi quran hin hene tu perenga têxê pozê wan na$ewite. bijiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiii Qado û yên mîna Qado
Welle qerdashim wek Cendirme ez bêjim ku canim cîgerim Qado sala borî ji leshkeriyê reviya ji bo rexneyên qerase li lotikciyan bike. Lê generalê me yê kunde u tirkoxlî tirk, ku qehpikekê derketiye u buye belayê serê me, gava di xewnên xwe heyatim Qado dibîne, dibê „bîsmille bîsmille, law oxlim Qado min rehet berde, ha jina min jî bila ya te be, tew tu tilliya xwe neavêje bin min sayin bashqan, weyyy“.
Yaw babam berdin bila Qado abê bi kurdî chend lotikan bavêje ha, ma dinya xera buye cîgerlerim.
wele ev mirov ajanê Suriyê ye. ne bi rengekî Fiilî be indirekt aghdariya dide muxaberatê Suriyê di nivîsê xwe de
tew HAWAR yani ne ji ve nivise be dewleta suri ye tisteki nizane?
Qado li min u te be mirado disa ci bela teya
Qado qey di nav me kurdan de tu bi tane heya
min carek li ser te xwendi telqin min got qado
nema cardin di rabe law qado ev te bi cend rohaya
yan belki ez shash bim tekliye bash cawishye lotikxane
bi axrate re hebin tu bi xwade ki rast beje te qado li cinate
dit yan ji cahname
lawo ma w?n dawa c? l? w? fak?re belangaz ku sere w? wek KUNDIRE y? zelut d?k?n wyyyy