Di nav daristanên xewle yên Brezîlya de e?îretek çermsor hatin dîtin. Endamên vê e?îreta balkê? ji dinya medenî dûr, bi halê xwe dijîn û hayê wan ji bayê felekê nîne.
Pi?tî dîtina vê e?îreta piçûk, min berê xwe da dîwanxana wan û ez li wan bûm mêvan. Pi?tî xo? û bê?ê, me dest bi xwarina ?orba nîskê û kutilkên kelandî kir û me zikê xwe kir me?k. Pi?tî ku me li halê hev û li koka hev pirsî, me dît ku em pismamên hev in û ew bi eslê xwe Kurd in.
Rabû min ji serokê wan xalê Quto pirsî:
– Xalê Quto, ma birastî hûn bi eslê we Kurd in?
Xalê Quto keniya û got:
– Erê wî, em bi eslê xwe Midyadî ne. Bav û bapîrên me berî 100-200 salî li kera xwe siwar bûne û derketine seyd û nêçîrê. Lê rêya xwe winda kirine û serê wan di nav daristanên Brezîlya re derketiye, li vir cîh û war bûne û evder ji xwe re kirine mesken.
Min got:
– Siphan allaaaaaa ji hikmeta xwedê re, êêêêê û dûre?
– Dûre, em li vir jî seyd û nêçîra xwe dikin û heta niha jî em hinek tore û adetên Kurdî dime?înin.
Meselen wek çi?
– Meselen wek xwarina ?orba nîskê û kutilkan. Jinên xwe ?orba nîskê û kutilkan xwe? çêdikin, ev xwarinên bapîrên me ne, yanî xwarinên Kurdî ne.
Ba? e, çima hûn la?ê xwe sor boyax dikin?
– Ji ber Kurd ji rengê sor hez dikin. Bapîrên me jî çermê xwe sor dikirin, xwe di rengê axê de boyax dikirin ji bo ku gava derkevin nêçîrê, heywan wan nasnekin û têkevin xefik û kemînên wan.
Xalê Quto, ez ji e?îra Lotikxanê me ha, te nav û dengê wê bihîstiye?
– Wele navê wê ji min re xerîb nayê. Ez bawerim kalikê min Hecî Rimo behsa vê e?îretê dikir, digot wê e?îretek bi navê Lotikxane derkeve û dest bi ?erê qelemê bike. Ma hûn jî seyd û nêçîrê dikin xwarzê?
– Ûûûûûû, çawa xalê Quto, em îmana seyd û nêçîrê teneke dikin.
– Aferîn xwarzê aferîn. Îcar rew?a Kurdên me çawa ye, çi dikin, çi dixwin, çi vedixwin?
– Wele xalê Quto tevde silavan li we dikin, seyd û nêçîra xwe dikin, kutilkan dixwin û pê re jî dew vedixwin. Haaaaa, li ba?ûr jî nîv dewletek me çêbûye haaa!
– Na lo! Ê me me ji zû de serxwebûna xwe êlan kiriye. Ev daristan tev ên me ne, kes serê xwe bi me naê?îne. Em ne pereyê ceryanê didin, ne yê kirê û ne jî trimbêlên me hene. Em ji bajêr dûr in, jiyana gund û daristanan xwe?tir e xwarzê. Ne teq û ne req.
Ma hûn nafikirin rojekê serdana Kurdistanê bikin, herin Midyadê û cîh û warê bapîrên xwe bibînin?
– Bi xêr û selamet berî mirinekê ezê bi wanderan de bêm.
Ti?tekî ku tu ji hem?erî, dost û merivên xwe re bêji heye xalê Quto?
– Hema silavan li tevan dikim. Bela dev ji seyd û nêçîra xwe bernedin, wan hirç û hovan ji welatê xwe biqewirînin, ew jî wek me li çiya û daristanên xwe xwedî derkevin û serxwebûna xwe êlan bikin.
De bi xatirê te xalê Quto..
– Ka bise oxlim, çend kutilkan têxe tûrikê xwe, tuyê bi rê de bixwî wî…
Brezîlya
de xwade wekale min u we be ya li pshi di mashe dishbhe xaltika min
min zanibo rojaki we sare min di ve lotikxane de bikave belaye
de cawish afandi ka nav u nishane bide min ez te sopas dekim ez giham xwadyie xwe