Kekê me û kevnegeneralê PKK Nîzamettîn Ta? (Botan), van rojan hevpeyvîn û daxuyanîyên qerase dide çapemenîyê û lotikên balkê? davêje derûdorê. Di hevpeyvîna dawîn de Botan, behsa kêmasî û xeletîyên ku PKK û wan li himber Kurdan kiriye dike û li ser navê xwe û hevalên xwe (PWD) lêborîna xwe ji gelê Kurd dixwaze. Botanê me herweha ji PKK jî daxwaza lêborînê dike û dibêje ku “Êdî bes e, divê PKK jî lêborînê ji Kurdan bixwaze” filan û fîstan.
Werhasil, Nîzamettîn Ta? behsa rabirdû û xeletîyên PKK dike û dibêje ku “PKK gellek xeletî li himber Kurdan kirin, sivîl kujtin, bû sebeb ku hejmara cerdevanan bigihê 70 hezarî” û di wê bawerîyê de ye ku hem wek ferd û hem jî wek rêxistin divê lêborîn ji gelê Kurd bê xwestin.
Ez serê we neê?înim, Botan heval lêborîna xwe ji Kurdan xwest. Ba?qanê me jî berî çend salan di dadgehê de lêborîna xwe ji Tirkan xwestibû. Îcar wê PKK lêborînê ji Kurdan bixwaze nexwaze, wê Kurd hînî lêborînê bibin yan nebin, ez wê nizanim. Lê ez zanim ku heta Kurd ev mîh û berxik bin, heta Kurd ev pez bin, wê herkes jê re li bilûra ?ivanan xe û berê wî bide alîyê ku dilê ?ivên dixwaze.
De xwedê xêr bike rebbî…
Xwezî bi wê roja ku Kurd jî wek xelkê hînî lêborînê bibin, tehamilî hevdu bikin û hevdu balêsin.
http://pwdnerin.com/modules.php?name=News&file=article&sid=6746
Mexmûr
Hûn xwe bi dirînin jî ba?qan û rêxistina tarî ji Kurda leborîn naxwazin çimkî hebûna wan di qede yabo
Lo welle tilliya min jî di vî karî da heye haaa. Ê babam, ma kî dizane ku tilliya kê di kê da ye, wîîî.
Ha tillî vir da, ha tillî wir da qerdashim.
ma bila gele kurd leborina xwe ji pkk b?xwaze heje bila pkk leborine ji gele kurd b?xwaze.. we pkk ?er bike gel b?pareze u duvreji we ew leborine b?xwaz?n ma birakem we aqle xwe be nan u jaji xwariye.. pkk dewlemende pey vi ?ixuli beredayi berdin kaka.