Malpera we www.lotikxane.com kampanya ‘Bi Kurdî Bikaranîna Înternetê’ da destpêkirin. Heçê be?darî vê kampanyayê nebe û xîret neke ku înternetê bi Kurdî bi kar bîne, xweliya 222 welatên serbixwe li serê wan be!
1- Divê kesên bixwazin înternetê bi Kurdî bi kar bînin, pê?î serî li lotikxanê bidin û mirî?kek ku rojê herî kêm sê hêkan dike ji Lotikxanê re bi?înin.
2- Ji bo mirî?kên Lotikxanê ji hêkan nebin, divê dîkekî qoqo yê salê jî bi mirî?kê re bi?înin.
3- Kesên ku miri?k û dîkê qoqo nikaribin bi?înin, divê yan kerekî ji bo siwarbûnê yan jî gayekî cot bi?înin.
4- Yên ku nikaribin mirî?k, dîk, ker û ga bi?înin jî, divê kewekî di nav qefesê de bi?înin.
5- Yên ku ji wan nayê tu ti?tî bi?înin jî, bila bi Lotikxanê re bikevin pêwendiyê, ji Lotikxanê dersên tir û fisên Kurdî bistînin da ku hînî lotikên Kurdî yên li ser înternetê bibin.
Wê ev kampanya heta Kurdekî tenê yê ku li ser rûyê dinyayê înternetê bi Kurdî bi kar nayîne nemîne, berdewam bike.
Ji bo destpêkê Facebook û geroka Firefoxê bi Kurdî bi kar bînin. Em girêdana daxistin û bikaranîna van li jêr didin. Vê qenciya me jî ji bîr nekin ha!
Ji bo Facebooka Kurdî
Divê hûn ji nav zimanên Facebookê Kurdî hilbijêrin. Bikevin mîhengê hesabê xwe û li wir ziman bitikînin, ji nav zimanan Kurdî hilbijêrin.
Ji bo Firefoxa Kurdî
Ji kerema xwe vê girêdanê bitikînin û bela? daxin.
http://www.mozilla.com/ku/firefox/
Ji niha ve ser xêrê, pîroz û bimbarek be…
Her bijî Lotikleaks herbijî.
Ya min ne ker ne dîk û nejî kew heye, lê belê min detuwanim Ereb’ekî qûnres bisînêm. Hûn kanên wek Ker’ekî le sîwarbin.
Her serkewtûbên.
bye bye
keko galek spas serkeft?n
miri?k u dikenm? tune makerne u kümür nabe
Wallahi ne dik mln heye ne ji ker, le bele dosteki min bi nave Bave Diko heye, dikarim wi ji were birekim. De xwede Qeweta Risteme Zal bide we.
Erê lê mixabin Lorikxane pir dereng ma di vî mijarê de û ser de jî mirî?kek ku bikaribe rojê 3 hêkan bike, dixwaze. :))
Ez ev 5 sal e firefoxê bi kurdî bi kar tînim (min dehan mijar di foruman de vekiriye û gelê me jê agahdar kirime û çend vîdeoyan jî çêkirime bi dilekî kurdîhezî û kurdewarî, lê mixabin piraniya kurdên me xemsar in!) û çawa ku feysbûn an jî fîsbûk dest bi kurdî kir min hê nû hesabek ji xwe re vekir.
Herwiha 3 bernameyên msn-ê jî bi kurdî hene(Pidgin.im, amsn-project.net û ya din niha nayê bîra min, lê ez du ji wan bikartîbim). Çend bernameyên din jî bi kurdî bikartînim û ez malperên bernameyên kurdî (wergerine.com û pckurd.net) di?opînim ku haya min ji wan hebe.
De çi bû bû(neyse)! derengmayîna Lotikxaneyê em ê ji boneya keda wê ya ji bo kurdî bibex?înin 🙂
(nebêjin, te çima em agahdar nekrime! Lewra min bi qasî demekî ji we re e-peyamek ?andibû ku derbasî feysbûkê bibin û Lotikxaneyê li wir jî biwe?înin û herwiha çend sal berî niha jî ji bo msn (û firefoxê bû bawer im) a bi kurdî jî min heman e-peyamê ji we re ?andibû).
Herwiha min wek bikarhênerek asayî(normal) ji bo nasandina wan pir ked daye û him yekoyeko mirovan re axivîme û alikariya hinekên ku xwestine biakrbînin kirime û him jî li gelek malperan de mijaran vekirime ji bo danasîna wan bernameyên bi kurdî.
Bêguman kedkarên ku ew wergerandine kar û keda herî mezin dane, hene û hê jî kedê didin. Bi vê boneyê spasiya xwe dîsa ji bo wan dibêjim, her hebin. Lê divê em jî bikarbînin û ji bo danasindina wan bixebitin, ev jî di vê rew?a me ya henê de pir pêwîst e.
Min ji bo danasîna Firefoxa bi kurdî vîdeoyan jî amadekirime û we?andime. Ez ê niha yek ji wan vîdeoyan bi lînkê nî?anê we bidim. Lê hê gelek vîdeoyên ku min amadekiriye heye lê hê newe?andime. Ez ê demeke kurt de li ser wan malperên vîdeoyan de li be?a xwe de biwe?înim û hûn jî dikarin ji wir vîdeoyan tema?ebikin.
RODÎ » AZAD û Firefox a bi kurdî û bi lez 🙂
http://www.dailymotion.com/video/xfh1h5_music
an jî ji vir tema?ebikin.
RODÎ » AZAD û Firefox a bi kurdî û bi lez 🙂
http://www.youtube.com/user/Watedar#p/u/10/uBgJqyfI6i8
Digel silavên kurdîhezî û kurdîperwerî û Kurdistanî
Siberoj
Divê em helmet(kampanya)a Lotikxaneyê belav bikin û herkesî jê haydar bikin ji bo serketina zimanê me yê ?êrîn. Ev erka hemû xwendevanên Lotikxaneyê ye.
Ji bo vî helmetê, ez Lotikxaneyê wek sergoven dibînim û ew ji dil û can pîroz dikim.
Bijîn evîndarê zimanê kurdî.
Têbinî: Nivîsa min a yekemîn de min hin peyvan ?a? nivîsandin, mixabin. Bila haya we jê hebe :)) Ma jixwe Lotikxane ne dibistana me ye! Bêguman erê 🙂
Digel Silavên Lotikwarî
Siberoj
em pir spasya kampanya internete a kurdi dikin jiber ko internet gelek asan kiye . di zimane shirin.