Me digot ev Erebên qûnre? û serbiegal, ji bilî xwarin û rîtinê haya wan ji bayê felekê nîne. Di xewnên ?evan de jî me bîra ku rojekê pozê van dawspîyan bi?ewite û fermana serokên xwe rakin nedibir.
Lê sipihka wan li Tûnisê teqîya, zirav bi wan ve hat û bû ”hella, hella” wan kuçe û meydan dagirtin. Bi ”hella, hella” wan re fitfit ket nav dîktatorên bêzirav, wey li wî li riyekê bigere ku temenê xwe zêde bike.
Bin Alî xwe avêtiye tor û bextê mala xwedê li Siûdiyê. NeMubarek reviyaye
?ermel-?êx û ji wira li stargehekê digere. (Bera haya xwendevanên me jê hebe ku neMubarek pê?î serî li deriyê Lotikxanê xist, lê me biratiya wî bi Sedam re bi bîra wî anî û ew pîs kir).
Werhasil, hîna kîrquzdê pir in û dema ku ferman gihî?t Îran û Sûriyê em ê binerin bê Ehmeqînijad û Bi?ar wê serê xwe bikin kîjan kunê.
Helbet hin ti?tên ku em wek Kurd jî pêwist e ji van lotikên Erebên lêvdeqandî fêr bibin hene, wek mînak:
– Heta bi sofikên Ereban jî êdî rê didin fikrê pirdengiyê û lotikên cuda.
– Xelk êdî Facebook û Twitteran ji bo pêkanîna ?ore?an bi kar tînin, ne tenê ji bo bêjin “Tu çiqas ciwan î”.
– Heta ku hedefa xwepê?andanên me ti?tê pûç û beredayî bin, em ê roja pi?tî çalakiyan bi dengekî bilind bêjin: ”varl???m Türk varl???na arma?an olsun!” û xwe fedayî Tirkên dolheram bikin.
– “Bi ruh, bi dem, nefdik ya Sedam” îro nayê bîra kesekî û bi cehembûna dîktatoran re qiyamet ranabe, berovajî dinya dibe cejn.
Law oxlim min ji vê kurdiya cheqilmast tishtek fam nekir dînime îmanime. Nebêjin ku chima Ruviyê Charjinikî ji me ra negot, heger em jî sibe bi shashî di Facebook-ê tirrên qerase berdin hawîrdorê, dê herkes ji kurdiya me tishtekî fam bike u bi hêlekê da bazde. Ê tabî shoresha me jî ewê pashê bibe bela u bikute me u filan u fistan qerdashim.