Li ser bextê fitne û fesadên ba?ûrê Kurdistanê be, dibêjin pi?tî ku hinek xêrnexwazan li Silêmanîyê êrî?î ser liqê 4 yê PDK kirine, endamê Polîtburoya PDK Fazil Mîranî rabûye ser tapanan û axivî ye, çend lotikên qerase avêtiye.
Dibêjin kekê me Fazil Mîranî, bi por û simbêlê re? û qeytanî derketiye pê?berî çapemenîyê û gotiye ku “Emê destê yê ku êrî?î me bike bibirin kaka” û bal ki?andiye ser vê yekê ku destê dijminan di êrî?a ser liqê 4 de heye.
Werhasilî kelam, min her ti?t fêhm kiriye, lê heya niha jî min fêhm nekiriye bê kekê me Fazil Mîranî û Kosret Resûl bi kîjan marka boyaxê por û simbêlê xwe re? dikin û dibiriqînin. Nizanim ne bi hinna Hindê ye, ne bi qa?ilê qûza ye û ne jî bi petrola Kerkûkê ye.
Axir, por û simbêlê min jî spî bûne kaka. Heçê reçete û boyaxa ku herdu siyasetmedarên me por û simbêlê xwe pê re? dikin ji min re bêje, bi soza mêrê berê, ezê elokek ji elokên mamo ji wan re bi?înim..
Kerkûk
Êêê destên dijminan di vê da hene ne?! Law xelkê kîjan welatî bi fêtbaziya gotinên dijminên xwa radibe ser piyan u dixwaze ku hukumeta xwa hilweshîne bi dîn u îman, xelkê kîjan welatî hi? Ê kakacanên me qey mirov dibêje Kurdistan-a bashur kirine qada nijadperestiya tirkan, millet li ber fîlmên tirkan ranabin, bêyî muzîka tirkan ne ji nav nivînan radibin u ne jî terin radikevin. Wêneyên muzîkjen u lîstikvanên tirkan ji xwa ra kirine qiblexane. De chima ev kesên ku wekî tirkên saxlem hatine „chêkirin“ tirrê ji Kurdbun u Kurdistan’ê bernedin cîgerlerim, chima looo?
bi rastî bît divêt dema mirov peyvekê di bêjît bi zanît li kî? cihê perpirsayetiyê ye