Xwedê mala feqîrî û xizanîyê xera bike. Feqîrî mirov ewqas pîs û stuxwar dike ku nayê gotin.
De binerin bê feqîrîyê çi anîye serê rebenê Suleyman Guçlu efendî.
Suleyman Guçlu 6 hezar lîre deyndar e. Rebeno kar peyda nake û çima ku feqîr e û nikare 6 hezar lîre deynê xelkê bide wan, rabûye gurçikek xwe derxistiye mazatê û daye ber firotinê.
Suleyman Guçlu, bi dîn û îman, bi serê Îsa û Mûsa sûnd dixwe ku gurçika wî zêde nehatiye xebitandin û pakij e. Kesê ku gurçika wî bikire li fêdê ye û ne li xisarê ye.
Îcar hûn zanin babam. Heger gurçikek nîv xebitandî ji we re lazim be, serî li Suleyman Guçli efendî xin. Hem hûnê bibin xwedîyê gurçikekê û hem jî hûnê Suleyman efendî ji deynê wî xelas kin.
Ji min gotin…
Hûn gurçikê dikirin yan nakirin ji vî ve û hûn sax…
Izmîr
Du gurcikèn min henin . devsa sea tunè.