Payîz bû, ji bo arvanê salane çend cîran bi hev re çûbûn a?, bi parxêlê. Parxêl wexta kete çem, di nav çem de surnîyê parxêlê ?ikest. Xwe tazî kirin, berê çewalên ard ji parxêlê peya kirin, pa?ê dest avêtin parxêlê ku temîr (çak kirin) bikin.
Hecî Evkerîm xwe kûz kir, qûna wî beloq bû. Ebas bala xwe dayê waye qûna hecî wek pez gincî girtî ye, bi pelên avê re gincîyên qûna hecî Sedo direqisin.
Ebas bi ken got: “ Hecî xwedê ji te razî, qey tu di destnimêj hildanê de qûna xwe na?oyî ? Waye qûna te gincî girtî ye !”
Hecî Sedo bi hêrs got: “Ma tu serperi?tê qûna minî, bêedebîyê neke, ez hevalê bavê te me, tu çima bi min tinazan dikî ma ne ?erm e?” filan û bêvan…
Îro ji wan qûn gincîyan gelek in, gincîyên qûna xwe paqij nakin lê Kurdan vir de wê de weke pez diajon. Hevkarî û alîkarîya dewletên dagirker dikin, Kurdan ji doza pîroz sar dikin. Êrî?ê ?exsîyetên dîrokî dikin, êrî?ê ?exsîyetên di dawa Kurdawarîyê de xwedîyê kedê dikin. Dixwazin me jî bi xwe re bikin nav qirêjê…
De herin lo, Kurdayetî, Kurdewarî ne karê qûn gincîyan e baba!
Kurdistan
Mamê me Sînan lotikek li partîya xwe xist
Tirkan dest bi hêkên hesinî kir
Xalê me Ehmed vê carê bi dest û lingan da navê