Di derheqê afirander û xwediyê Fonda me birêz ?ivan Perwer de, di vê pevajoka dawiyê de, di çapemenîyan de bi zanebûn kampanyake re? dest pêkirîye.
Kampanyake re? û bi linc bi nûçeyên spekulatîv li derî rastîyan berdewame.
Em hevîdarin gelê me wê bi van nûçeyên manupulatîv ku bi qestî têne kirin, bawer neke.
Em dîyar dikin ku video ya Facebook ya danezana birêz Perwer di TRT6 de li derî serxwebûn û têgihi?tina nûçevanî li ser rengên ala Kurdî hatiye mozaîk kirin. Ev re?a?kirin bê tehmûlî û neki?andina rengên Kurdî ye. Rexneyên li ser vê mijarê rast diderifînin û xemgînin ku ji hêla televisiyoneka bi kurdi diaxafe de çima wisa dikin ? Rew? diyar dike ku qet ti tehamul ji reng û sembolên kurdi re nîne.
Dîsa, berya çar sala di çalakiya Newrozekê de axaftina birêz Perwer bi kareyên qetandî di ser hîn organên çapemenî de anine der û têne manîpûlekirin. Hunermend di jiyana civak û gelên zahmetkê? de dengê hest û vijdanê wan e. Helbet kirin û ?a?iyên hukûmet, dewlet û politikên wan herdem di nava rengê stran û çalakiyên hunermendan de têne rexne û berçav kirin. Hunermend bi helwestên xwe yên hunerî û rastiya xwe ya girîng dibînin ku li hemberê ?weyên anti-demokratik, nijadperest û chovenist bisekînin. Bi stran û helbesten xwe bibin reml û sembola wekhevî, rastî û durustiyê. Geleki ku çand, huner û berhemên civaka wi li bin xeterê be, girînge ku hunermend ji li dij raweste û bi xebata xwe berçav bike. Lê nûçeyên manupulatîv di çapemenîyên ?a?one de hatiye ziman ku ziman û berhemên milletên din bi çûk hatiye xistin. Ba? tête zanîn ku gelê Kurd divê wek her gel û milletên din xwedi maf û wekhevî be û di nava gelên Cihanê de bibe xwediyê rastiya xwe. Birêz Perwer wek hunermendê gelê xwe di programa Newrozê de ew mebest aniye ziman.
Em dixwazin carek din bingeha vê mijarê binxet bikin ku hevditin û tekiliya birêz Perwer li gel kesayet û mirovên giring ti caran nayê wê wateyê ku li ser daxwazî û armancek berjew û ezezî be. Mixabin di hin nuceyên organên çapemenî de bi kestî mijar bi vi awayî hatiye diyar kirin. Birêz Perwer ne li xwe digre û ne ji xwediyê armancek hewqas vala û bê bingehe ku tenezul bike . Disa em jî û her dost, welatperwer û guhdarên hêja jî ba? dizanin ku hunermendê me yê ku di pêvajoya jiyanek dirêj de xizmeta gelê xwe kiriye, ziman, çand û rewana netewî bi hunerê xwe xemilandîye, tenesulî danustandinên hewqas erzan nake.
Projeya birêz Perwer ji bo vegera welat ji zûve hatîye holê tête axaftin. Ji bo vê projeyê hate daxwazkirin ku birêz Perwer ji bo bervekirin û pê?debirina bervekirina a?tî, dostî û wekhevîya gelên Kurdistan û Turkiyê bi semfonî orkestrake ji Awropa de dest bi xizmetê bikin. Ev proje hat rojevê lê mebest ew bû ku li pi?tî hilbijartinan ew proje bikeve jiyanê. Lê dîsa çapemenîyên xwedî qest û xêrnexwaz, nivîskarên kuncikên qelem?ûr kirin banga ixanetê. Yani birêz Perwer bi dilekî paqi? û mirovahi xwest xizmetek bi berhem bi xizmeta gelê xwe ve girêde.
Di çapemenîyê de, di derbareyî vê mijarê de gelek guftugoyên siyasi hate kirin û hinan xwestin Perwer bikin malzema siyaset ji bo hilbijartinan. Ev ji bo me rew?ek aloz û xembare. ?erme ku mirov hewkas bê fahm û raman biçe ser hunermendê xwe.
Ew hunermendê ku zêdetirî 40 salên xwe daye xizmetek bi bîr, bawerî û rûmet, ku bû ye dengê rewanê azadî û xelasiyê, bû ye hevalê xem û derdan, bû ye mamosteyê çand û ziman, hemû e? û derd û bi gelê xwe re ki?andîye. Ji millionan re bû ye mal û herdem bê hêl û serbixwe li ser xwe sekînîye. Em hêvidarin gelê me ji van xerabî û nerindiyên xêrnexwazan têbighîje û ji hunermendê xwe stranên her ba?, rindtir û xwe?tir bixwaze.
Birêz Perwer li destpêka vê serdemê dixwaze li ser amadekirina tomara stranên nuh gelek mijul be. Mixabin nikare bi we?an û çapemenîyê re bikeve guftugoyên siyasi û polemîkan.Em hêvîdarin hesta raya gi?ti û çapemenîya Kurd û Turkiyê ji vê daxwazîyê re hebe.
Em spasî û hezkirina xwe ji gel, heval û dostên xwe yên hêja dikin ku li hemberî vê kampanya re? pi?tevanî kirine û li me xwedi derketine. Dîsa li ber her rexne û tekilîyên dostane em amade ne.
Bi rêzdarî
Heyeta îdarîya Fonda ?ivan Perwer
Yaw bi serê xaltîka Fatê be, min ji vê kurdiya nîvkurdî tishtek fam nekir qerdashim.
Welle ku halê kurdiya fonda Shivan-ê me weha bu, dê halê milletê me chawa be, êdî hun bifikirin lo, waweylêêê.
vel u vel .ci toz u dumani.
bele mirov xwe neke mijara goftuguyan kesek mirov nake mijar u mesele ma tu je ke bi pirsi bije trt, cash tv kurdi ye bijin na cima ma kenge gotina kurd u kurdistan bi kar aniye ma xebera sivan ji ve yeke nine. ma niza ew dewlete tehemula herima kurdistan nake u nave kurdistan nayne ser ziman we cawa bibe kurt perwer bes bi aqile xelke bilizin.
rengên ala Kurdî ??????
Cima weqfa Ismail û ismail bixwe mêr nabin û nabêjin KURDISTAN û ALA KURDISTANÊ.
Keko can, Kampamya bi filme Sivan ve destpe kir. Bi min sivan bi xwe kampanya ya reskirina dijberin vi kir. Hem xem mexwun. di capemeniya Tirkiye de gotinn bi dile sivan hatine nivisin. Hetta Serokwezir Hezreti Tayip jibo sivan gotinen xwes u rind kiriye. Edi pisti sivan naye erde. Li Ankaraye Xale wi heye.
Metirsin keko, edi bi Sivan tishtek naye. Bela u afet, tofan u boran li sere me Kurden belangaz e.
roj bas lotikxana kürdi ,trt fas fase macima kek sivan bivara axavtione dike .
Ne §ivan ne ji gawan.ez bi xwu berxikim .biji berxikvan ciger u kezebanekani ne soran.