Bijî Xelo, bijî Celo, bimrin Eyşê û Fatê!

Esrarkêş Ehmê

Li Amedê taxa Baxlar ê, jina Kurd, dêya 4 zarokan Yuksel Demîr, ji ber ku xwarin di mala wê de tunebû bide zarokên xwe, xwe bi çifta nêçîrê kujt. Piştî mirina wê, mêrê wê Mihemed Demîr dikeve bohranê, psîkolojîya wî dibe şorbe û ew jî hema agir bera mala xwe dide. Niha her çar zarok li cem apê xwe penaber û stuxwar in, sêwî û li ber destan mane.
Bi sedan, belkî bi hezaran malbatên bi vî awayî tî û birçî hene ku ji mecbûrî yan xwe dikujin, yan dizîyê dikin û yan jî namûsa xwe ji bo çend qirûşan difroşin. Bi taybet li bajarê Amedê ev bûyer û kiryar aşkera ne. Berî salek du salan, li gora lêkolînekê dihat gotin ku li Amedê nêzîkî 4 hezar mal û kerxaneyên ku jin xwe tê de difroşin hene.
Û niha?
Xwedê zane bê niha bûne çend.
Tew ji xwe êdî mal jî têra wan nakin, di aşxane, çayxane, pastaxane û di trimbêlan de jî keç û jinên Kurd tên bazarkirin.
Helbet her Kurdê bi namûs bi van bûyeran dêşe, wîjdanê wî/wê dijene. Kes belasebeb naxwaze dizîyê bike, namûsa xwe bifroşe û xwe bikuje. Lê mala felekê bişewite. Feqîrî xirabmalî ye û zikê têr jî hay ji zikê birçî tune.
Îcar mesela me li ser xwekujtina jina Kurd Yuksel Demîr û encama şerê 30 salî bû gelî xwendevanan.
Ez dibêjim Kurdistan azad bûye we go çi?
Şerê 30 salî birçîtî bi xwe re anî, xwefirotin anî û xwekujtin anî. Lê her weha ”BIJΔ jî bi xwe re anî.
Filankes birçî û tazî yeş Ji xirrê filankes ve, bijî Xelo!
Bêvankes ji birçîna dizîyê dike, namûsa xwe difroşeş Ji xirrê filankes ve, bijî Celo!
Filankes0/filankesê ji birçîna û ji şerma dinyayê re xwe dikuje û zarokên xwe sêwî dihêleş Ji xirrê filankes ve, bimre Eyşo!
Bêvankes nikare gezek nan bîne nav zarokên xweş Ji xirrê filankes ve, bimre Fato û Quto!
Êêêêêêê!
Ma îcar Kurdistan azad nebûye qardaşim?
Gelo ku gezek nan di mala Yuksel Demîr de hebûya, ma wê zarokên xwe sêwî bihişta û xwe bikujta gelî siyasetmedar û lotikvanên Amedê?
Ka qaşo Amed paytextê Kurdistanê bû hevalnooooooo!
Na na, em dev ji paytextîya Kurdistanê berdin, lê ez wek îmana xwe zanim ku Amed bûye paytextê dizî, birçîtî, xwefirotin û quzê kerê.
Tiştekî li gotinên min zêde nekin cîgerlerim.
Heçê bawer neke, bela bê Amedê û bi çavên serê xwe bibîne û hûn sax…

Amed /Baxlar

About The Author