Fasterova çavên we radimîse

Veronîka Fasterova, wek berxikek salane taze, germik û nermik e. Xanima tenûrgerm Fasterova, hêdî hêdî di alema mode û mankenîyê de me?hûr dibe û daw û delingên xwe li ba dike.

Ji bo ku em vê berxika taze, ge? û xwe? zêdetir me?hûr bikin, wê bi xwendevanên xwe bidin nasandin û girêza devê xwendevanên xwe biherikînin, me baqek gul û çîçek bi xwe re bir û li derîyê wê xist.

Pi?tî xo? û bê?, maç û hembêzkirinê, xanima doxînsist îskanek ?eraba sor danî ber me, me ?ingînî ji îskanan anî û me ?erab bi ser kezeba xwe dakir. 

Werhasil, pi?tî çend îskan û ?û?eyên ?eraba sor, çav li me wek zotika mirî?kê sor bûn, xwîna me wek çemê Dîcle û Feratê keliya, kurmik û qijnikên mêranîyê dest bi çûn û hatinê kirin û me lempe vemirand.

Ez serê we neê?înim, dîtina min dît, va bûye sibe û tew ji xwe ez nizanim bê ez di nav nivîna Fasterova xanimê de çi dikim, ti?tek ji ?eva çûyî nedihat bîra min.

Pi?tre Fasterova çîroka ?eraba sor ji min re got û got ku „Kuro peppûko, ?erabê haletê te kiribû wek paçik. Wek wan nêrekerên xesandî li te hatibû, deng û his ji mêrikê te nedihat“ û ez fedîkar kirim.

Ez serê we neê?înim, tembîya min li we be gelî lotikvanino. Wek min li xwe nekin, li cem jinan qet xwe nêzîkî ?eraba sor nekin û xwe nexesînin.  Ez fedîkar derketim, qe nebe hûn dernekevin oxlim…

Veronîka Fasterova, silavên germ û nerm li we xwendevanan dike, çavên we radimîse, nav ?eqê we difirkîne û çend wêneyên xwe bi taybet ji bo we ?andine.

Lê binerin bê çi dikeve serê we, bê tê xwarin yan na.

 

About The Author