Rehma xwedê lê be, ev gotin ya Osê dîn bû. Osê di dema xortanî û zarotîya min de dijîya, berî ez bêm Elmanya wî wefat kir. Ev gotinên Osê li gelek bûyerên ku di van heyaman de li Kurdistana ba?ûr û bakur diqewimin tên. Lê emê qala bakur bikin.
Di van heyaman de, hinek ji alîyekî hunermend , ronakbîr û rew?enbîrên Kurdan tehdît dikin, ji alîyekî dibêjin em a?itîyê û demoqirasîyê dixwazin û Kurdên resen/rastîn em in û em berdevkê Kurdan in/Kurdan temsîl dikin filan û bêvan.
Madem hûn a?itîxwaz, demoqirat, Kurdên resen û berdevkê Kurdan in, ji bo çi hûn hunermend, rew?enbîr, ronakbîr û Kurdên ku wek we nafikirin bi îxanetê gunehbar, bi ku?tin û lêxistinê gefan li wan dikin baba? Ji alîyê din dibêjin; “Ala Tirkan ala me ye, ev dewlet dewleta me ye û em nahêlin dewleta Tirkan parve bibe” filan û fîstan.
Madem hûn Kurdên resen in, çawa dewleta Tirkan, ala Tirkan dibe ya we û hûn û Tirk çawa dibin brayên hev? An jî ku dewlet, al, welat û nirxên Tirkan yên pîroz nirxên we ne, hûn çawa dibin Kurdên resen û berdevkên Kurdan cîgerim?
Werhasilî kelam, Kurd bûne wek pezê bê ?ivan. Heçê radibe jê re ?ivantîyê dike û li ser pi?ta Kurdên xwelîser diçêre. Wê kengî xwedê aqilekî bide me Kurdan ez nizanim, lê ez zanim ku heta em Kurd ev pez û kerr û lal bin, wê hê gelek ji me re li bilûrê xin û me di zinar û newalan de werkin wesselam…
Mamê me Sînan lotikek li partîya xwe xist
Tirkan dest bi hêkên hesinî kir
Xalê me Ehmed vê carê bi dest û lingan da navê