Birêzan ,
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, di derbarê pirsgirêka Kurd de nîqa?, peyam û helwestên siyasî firehtir dibin.
Herweha, em dizanin ku di meha pû?perê de hilbijartina parlementa Tirkiyê û dîsa di ayendeyek nêzik de hilbijartina serokkomar û pa?ê jî hilbijartina “encûmenên wilayetan” û “serok û encûmena ?aredarîyan” wê bibin. Bona têko?îna azadîya gelê bakurê Kurdistanê ev pêvajo gellek girîn e. Eger bi siyasetek serketin bê ?opandin û birêvebirin, bê?ik ji bona gelê Kurd derfetên hêja wê rû bidin.
Di hêla din de li seranserê Rojhilata Navîn gel li ser pîyan e û rejîmên totalîter têne rûxandin. Bê?ik, em guhertinek dîrokî di?opînin. Dîktatorên bi dehan salan jêderk û dewlemendiya welêt ji xwe re, belengazî, neçareyî û bipa?vemayin jî kirine para gel, yek bi yek di nav pelkên tarî yên dîrokê de cih digrin. Her çiqas ne ayendeyek nêzik de be jî, bê?ik di encama erdheja civakî ya herêmê de dibetiya bi cih bûna rejîmên demokratîk hêvîyek xurt dide.Wek hemî gelên herêmê gelê Kurd jî bi nêzik ve têkilî pêvajoyê ye û em hêvî bikin, ku destketiyên xwe biparêze û firehtir bike.
Em dizanin, ku di diyarkirina pê?erojê de raman û helwestên kes û derdorên siyasî û rew?enbîr gellek girîng in. Li Ewrupa jî diyasporek xurt ya rew?enbîr û siyasetvanên Kurd heye, lê çi heyf e, ku jê bibes deng dernakeve. Di vî pêvejoya gellek girîng de ji bona siyasetek serketî çi hewce ye, çi lazim e bê kirin? Ji bona ku partî û derdorên siyasî yên bakurê Kurdistanê hevkariyek siyasî bikin û bi hevra dengekî xurt û neteweyî derxin, gelo vatiniyên me çi ne?
Bi mebesta genge?iya van mijaran, li ser banga pênc kesan li Köln’ê civînek hatibû li darxistin. Di civînê de biryar hat dayîn, ku civînek hêj berfireh bê tanzîmkirin. Ev dawetname ji bona vê civînê ye. Em be?darbûna we ya civînê girîng dibînin û we daweti civînê dikin. Bi be?darbûna we emê kêfxwe? bibin.
Bi rêz û silavên biratî.
Vexwînern :
Mahmut K?l?nç Gülistan Ba??stani Turgay Aryal?
Zeki Öztürk Dr. Fikret Y?ld?z Ümit Kaya
Ayhan Çiftçi Ayd?n Güngün Zeynel Abidin Gür
Mustafa ?efik Baran Hemza Ali Haydar Bozkurt
Selehattin Çelik Akif Hesen Cahit Kaplan
Xalid Shahin Emin Husein Lütfü Bulutoglu
Cuma Yakut Necdet Buldan Bekir Üçken
Salih Dindar Mahmut ?ahin Kemal Güler
Rojev :
- Vekirin
- Hilbijartina dîwanê
- Kurte agahdarîyek li ser tanzîmkirina civînê
- Ji bona amedekirina encamnameyê hilbijartina komiteyekê
- Genge?î li ser pê?vecûnên siyasî
- Genge?î li ser encamnameyê
- Çespandina roj, cih û demjimêra civîna tê.
- Girtin
Navnî?an, roj û demjimêr :
Alte Feuerwache
Melchiorstrasse 3 50670 Köln
Roja 03.04.2011’an û demjimêr 11:00 heta 18:00’an
Bona têkiliyê : 0 176 96 39 15 11
Pismamê Esed got: Heger Kurd nelezînin wê pê bigirin
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist