Rewşa başûrê Kurdistanê mejîyê Tirkan kiriye şorbe. Hinek ji serxwebûna başûrê Kurdistanê dibizdin, ditirsin û derpî dadigrin, hinek jî bi dudilî xwe nêzîkî meselê dikin û di erênayê de ne. Di navbera şorba nîskê û tirşikê de mane.
Piştî serdana Kasimpaşalî Receb, rojnamevan û rewşenbîrên Tirk mijara “Kurdistan”ê germ û nerm kirin û ha ha li ser dinivîsin. Êdî bê tirs navê “Kurdistan” bi kar tînin û hetta di televizyonan de jî tînin zimên.
Di vê derbarê de nivîskara Tirk û xaltîka nîjadperestên Tirk Nazli Ilicak (ku berê nîjadperestek temam û dijmina Kurdan bû), di bernama televizyonê (Basin Odasî) de lotikek germ û nerm avêt û got: “Mêrê min ji min berdayî be, ez ne li dijî serxwebûna Kurdistanê me. Çawa ku em Azerbaycanê wek tehdît û xeterekê nabînin, divê em serxwebûna Kurdistanê jî wek tehdît û xeterê nebînin” û da lotikan.
Ez serê we neêşînim, Tirk hêdî hêdî dadikevin xişxişê û mecbûr dimînin ku rastîya Kurd û Kurdistanê qebûl bikin.
Lê hinek Kurdên me çima ewqasî dijminatîya serxwebûna Kurdistanê dikin ez wê fêhm nakim.
De xwedê xêra Nazli Ilicak xanimê qebûl bike û xwelîya heft gundan bi serê hinek Kurdên me de bibarîne rebbî…
bi sere tedeji rebi ji ber dema yen behsa serxwebune dikin hinek tiresikciyen kurd digotin xeyala niha ji diben bila serxwebun were ew ji li mala xwe runistine keyf keyfa wane
.
ma bi wxestna nazlixanimê di be lazime dewlet ji vê fobiyê r?zgar be
Wella piwiste xato Nazli Ilicak dersan bedt staffa TRT6 e u wan bdt ber Lotikan.
Îcar trt6ê de hin bê hi?, dibêjin; Kurdên ba?ûr dixwazin bi tirkiyê re bibin yek û heft xweliyê li serê xwe de dibarîînin. Ker kurên keran dij serxwebûna pareçeyeke welatê xwe ne, dê çawa ji bo bakur ti?tên ba? bixwazin di hembêza tv ya dewletê de….
Helbet û mixabin gelek apogeriyan jî li dij azadiya Kurdistanê ne û quzulqurt li wan be….
Bijî Azadiya Kurdistan û hew.