Dengek tê min guhê min zimzim dike
Ew dixwazin me teva bê hi? bike
Wan çavê min ji rastiyê kor bike
Ti?tê bi me kir tevî bi me ji bîr bike
Vê ala xwe îro li ser me ferz bike
Bi çend gotinan ewê me razi bike
Sibe dîsa ewê bi me re ?er bike
Biratiya me weki ya rovî û ?êr bike
Vê cejna me ji xwe re talan bike
Ji xwer bibe me ji wêna dûr bike
Vê koça min ji vî warî bar bike
Jiyana min roj bi roj aloz bike
Tu çi dibêjs ey berpirsyarê dozê
Bi vî rengi berêm bide Newrozê
Ala dijmin em nahildin bi qûran û bi sozê
Go li pê? min bin bi hezara sekinîbin bi rêzê
Kes nikare ala Kurdî ji destê min daxîne
Go go?tê min li ser hestî hilîne
Ala min ya tenê min himbêz dike
Xemla wêna ew cejna min xwe? dike
Kesk û sor û zer û sipî bere herkes bibîne
Ew Stembola bilind bûye bi xwinê
Li ezmana ewê her tim bimîne
Li her çar parça wê cihê xwe bibîne
Bi rengê xwe Kurdan tevda dicivînê
E?qa wêna di dilê min de çi hêz ew nahilîne
Dijminê min rojek were tê seri li ber bitewîne
Li cîhanê dolab digere kes bi vî halî namîne
S?hhet xwe? u tu sax..b? rasti n?visek b? tahma netewi u rengine..
dest xosh bra hozaneka gelek xoshe
her berz u bilin bit ala rangin
biji kurd biji kurdistan
Mala te ava rêzdar Seydayê Arî.
tu her biji Seydaye Ari, silav u hurmet
gelk sipabs jibo seydayê Arî destêda saxbê
nemir qazi Muhamed beri qu bet $ehidkirin li dagehe dijmin nezani ala rusa dürand got ala te.nemir keniya u got ne ala mina.ala me min emanete Mele Mustafa ye li ciya ye.dr rojeki dakeve.