Demsala havînê ava çemê Mûradê hindik dibû, ku di de?tê de diherikî, ?axên wî çêdibûn. Gundîyan carê rê li ber ?axekî digirtin bi qir? û çirpîyan bend çêdikirin ku masîyan bigrin.
Rojekê dîsa hemi gundî çûn nêçîra masîyan. Êêêê, de ka wê demê ne derpê hebûn ne jî mayo ku li xwe bikin. Tazî û rût, her ti?tê wan çîplaq li holê bû. Ji alîkî ve masî digirtin, ji alîkî ve jî agir dadabûn û li ser teneka wek menqelê masî dipijandin (pahtin) û dixwarin.
Nûro xwe kûz kiribû, masî li ser teneke radixist ku bipijîne, qûna wî beloq bûbû. Cemîlo masîyekî biçûk hilda destê xwe û bi dizîka hat li pi?t Nûro sekinî û serê masî bi henek ji ni?ka ve kire qûna Nûro. Qêrîn bi Nûro ket û da lotikan, ew çiqas libîya masî yekcar çû qûna wî.
Gundî ji kena ji xwe ve çûbûn, Nûro jî ê? diki?and û ji Cemîlo re dida çêran. Digot: “ Ez di xesûya te nim, de ka were îcar masî ji qûna min derxe lo, tu çi dikenî ! “
Cemîlo destê xwe avête masî nebû, masî ?emitok bû derneket. Zare zara Nûro ye, yekî got: “ Kuro bi devê xwe masî bi ki?îne derxe “. Cemîlo got: “ Îîîy, wele ez devê xwe nakim qûna heram lo “.
Gundî bi Cemîlo re hêrs bûn, neçar Nûro deverû raza û Cemîlo bi devê xwe masî ki?and. Baskên masî asê bûbû qûna wî dirand, cardin qêrîn bi Nûro ket !
Werhasil bi ezîyetek mezin Nûro ji wî ezabî ji wê janê filitî.
Welehîn carekê serê masî ketîye qûna ba?qan û serok û diktatorên despot. Heta gel li ser tevna demokrasiyê negihîje rizgarî û azadîyê; qûna wan bidire jî, qêrîn bi wan bikeve jî kêr nake cîgerim…
Kurdistan
Mamê me Sînan lotikek li partîya xwe xist
Tirkan dest bi hêkên hesinî kir
Xalê me Ehmed vê carê bi dest û lingan da navê