Îro mijara me hilbijartinên li Tirkiyê ne biraderên lotikxanê. Hûn bi serê ?êx Muhsin kin, HAK-PAR ji xwe fedî nake ku bi serê xwe dikeve hilbijartinê? Ma ew nabînin ku partiyek qerase mîna BDP ê nikare bi navê xwe têkeve hilbijartinê û berajê derbas bike, îcar ji bo xwedê çawa HAK-PAR wê di hilbijartinê de biserkeve ez nizanim, heyî hawarrrrrrr ji derdê van qayî?gerên me re!
Bi wê qurhana ser sînga pêxember, HAK-PAR ji bilî belavkirina dengê Kurdan ti?tekî din nake. Carna ?ivanê me û carna dijîtiya tevgera Apocî bi kar tîne û ji bo meriv bextê xwe xera neke, carna jî qala federasyonê dike.
Ev HAK-PARa me ji bo xwe ji PKK ê cuda bide diyar kirin û cidtiya xwe ji wê derxe holê, ti?tek namîne ku nake. De li ser xêrê be yabo qurban, xwedê bikim hûn barajê derbas bikin û meclîsa Tirko bi lotikên xwe bihejînin.
Ê yawo wîjdan haaa!
Camêra go werin em yekî ji we têxin parlemento, we qebûl nekir.
Gotin werin em yeka we jî tev li nehên xwe bikin, we got na.
Ma çi ferq di navbera Diyarbekir û Batmanê de heye hey hawar sayin Bozyel?
Ma cara derbasbuyî DTP 2 parlementer ji wir dernexistin biraderên hêja?
Îcar çima hûn serê xelkê tevlîhev dikin babam?
Ma hilbijartina berê we ne tenê 23 hezar deng girtin? Bera bîst û sisêyî din jî lê zêde bibin, ev têra dengê parlementerekî serbixwe jî nake. Îcar çawa hûn bi serê xwe dikevin hilbijartinê min ev fam nekir bi dîn û îman?
Biraderên hêja, xwendevanên Lotikxanê. Belkî hin ji we bêjin: „Hayhooooo va Berazî jî bûye Apocî yabo“ û min bidin ber lotikên xwe. Na! Bi quran ez nebûme Apocî, lê carna camêr dibêjin: „Destên xwe deynin ser wîjdanê xwe“ û ez jî niha wisa dikim. Hem jî min herdu destên xwe danîne ser wîjdanê xwe, ne yek jî.
Berazîyê we bi vê helwesta HAK-PAR ê gêjomêjo bûye û nema ti?tekî ji ti?tekî dike der. Ka ji bo xwedê hinek ji we vê lotikê ji min re ?îrove bikin.
Çawa û çima HAK-PAR bi serê xwe dikeve hilbijartinan?
Ew bi xwe jî dizane bê çawa xwedê heq e ew di hilbijartinan de bi ser nakeve.
Armanca wê çiye?
Dixwaze dengê xwe bighîne kîderê?
Peyam çiye?
Na na, bi sê telaqan ya wan jî rik e û qayi?ê bi Apociyan re dik?înin lo, wî!
Ger Apocî bêjin xwedê heq e, ewê bêjin na!
Ger bêjin federasyon, ewê bêjin ti?tekî din.
Ger bêjin serxwebûn, ewê bêjin otonemetîkkkkk û ger bêjin em Berazî ne ewê bêjin em dehbedorî ne.
Hima ya wan her berevajiyê Apociya ye, bi vê jî cudahiya xwe didin xweya kirin.
De ka em cudahiya we di hilbijartinan de bibînin yabo qurban. Wey li ser xêrê be, pîroz û bimbarek be rebbî. Bi namûsa mêrê çê, ez ji we zêdetir dixwazim hûn bi serê xwe bendavê derbas bikin. Lê babam, welle û bille û tille ya we xewn e, xeyal e.
Di dawiyê de, aferin ji ?erefedîn Elçî re. Bi quran biryara te rast bû û herne pê? dewr û dem ya we ye.
Almanya
Birêz, tifaq ne ew e ku bibêjî “were ez ê sembolîm yek cî bidime te‘ Lê diviyabû bifikirina ku raya gel jî dibe yek, rayên ku bi emanetî çûbû partiyên tirka jî vedigere(!), ji ber wê jî endamên namzedan jî pirtirbana, lewra ray pirtir dibin.
Her wiha tu pir ?a?î neheyran ))
Tu nizanî HAK-PARiyan ji BDPyîyan pirtir îtîfan bi tirkan re kirine! Ma ew ji BDPyê ?ûnde dimînin wîîîî, ez ne heyran ))
Hahoooo haya te tune ku BDP 64! lê HAK-PAR nêzî 400(çar sed!) namzedan nî?an daye! Tu jî gundiyî lo. Ma îtîfaq û lotik û zîtirk nebûya dikarîbû ewqas namzedan nî?an bide. Li Amedê (11) û Stenbolê (85) namzedan nî?an dane û bajarên din jî ne bi litokvanên kêm in ha!!
Ey neheyran ger HAK-PAR serekftinek mezin bidest xe ji wê surpîzê ?a? nemînin ha! Dê di dîroka Kurdistana bakur û Tirkiyê de bibe suprîzek dîrokî! Bêguman ji suprîzê mebesta min ku kar dikin e, û encama wê be.
Erê, dibe ku xeletiyek dîrokî be jî, lê ewê ku diyar bike, ne vezanîn(texmîn)a min an jî ya we, an jî êrî? û heqaretên hinekan be, kar û xebatên wan û îtîfaqa wan ê bi dostê wan yên ‚dîmoqrat‘ re be. Diyarkerê hilbijartinê de ew jî wek BDPê hêviyê xwe bi qasî gelê xwe bi tirkan jî tînin(mixabin!).
Tu nekarî ji vî aliyê de jî binihêrî, mixabin. Ez bi qasî ku bi hêvî me ewqas jî bi ?ik û guman im jî. Lewra bi tirk û neteweyên din ku îtîfaqê kirine, kî ne, ba? nizanim. Vezanîn min hene lê kêm e!
Lê ya herî girîng ger kurd rûmeta xwe bizanibin divê ji dûyê partiyên tirk neçin, ji wan biqetin. Ev e hêza herî mezin ku hilbijartinê, ya rast lotikvanan diyar bike, ne ti ti?tekî din e.
Çîrok dirêj bû ))
Hilbijartin Kurdan pirtir dewletê bi hêz dike MIXABIN. Kurdistan dîsa dimîne bin dest û dagirkirî. Diviyabû Kurd bi îtîfaqek ba? û dadmendane têketana …..
Keremke li lîsteya namzedan binihêre. Yê min çavên min ê?iyan bi rastî
http://www.dengeagiri.com/haber/1072/hak-ve-ozgurlukler-partisi-hak-par-milletvekili-adaylari-tam-liste-aciklandi.html
Kek berazi aha jitere sirove, Welleh te bi gisti xwes sirove kiriye lê watedar te bi 4 tir u niva deyndar kiriye.500 namzet ha? Wê her yekê 100 dengan bigrin u hun sax.
Kesin ku dewleta tirkîyê piçek nas bike, ew ba$ dizane ku, Kurd bi 200 parlemenân jî tikevin meclîsê, disa jî bo destxistina mafê Kurd, guharînek çê nabe. Ji berku parlemento nikare wan ti$tan çareser bike.. Ji ber vina jî helwesta HAK-PARê rast e.. Ji berku rew$ek „ba$“ bo propagandayê hatîye amadekirin û HAK-PAR jî gor hêza xa parastina federesyonê dike û dengê xa/xwe digihîne bi mîlyon kesan. Yê ba$ jî ew e.
Ma ji me ra çî parlemena tirkan.! Heta ku weki Ba$ûra welatê me, helbijartin Kurdistanê da, taybet çê nebe, be$darbûna Kurdan bo helbijartînê ti$tekî $a$/çewt e.!
deste te saxbe keke berazi wela te heqe mesele daye ye u tam le xist mane hinek deve wan feri hinek tistan buye nizanin objektif binivisinin. de ji bo kurdan serkeftin ji bili tirsikciyan u ew kurden cem akp,e u cem chp,ji xwe bimre mhp,e mane ji xwe ew siwelekedinen tirk edi li kurdistane tine.
Dîsa, erê mixabin. Parlamana tirk û sîstema wê bi destê Kurdên qehreman tê bi hêz kirin. Lewra pê?birk ji bo ketina hilbijartinê û ji bo li em partiyê mhp rûni?tin e.
Herwiha, ez bawer im ku nivîskar Berazî provokasyonek ba? kiriye. Bijî! ))
ax berazî bi xwedê rehê meselê girtiye dest, welah û bi sê telaqan tudiyê qeyî tu di dilê min deyibijiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiii. ji bo wîcamêrê ku behsa 400 berendamî kirye tew lêlê ji qewlê berazî ve ji xwe endam û pistigirê we tev ewin.