Re?o kurê mele bû, pir ne sitirî bû. Karê wî ti?tên bêkêrî û ?eytanî bû . Re?o li metrepolên Tirkan xebitî û perê berhev kir, pê motorsikletek stend, avête tirênê û anî welêt.
Re?o li ser motorsikletê di taxê de wek birûskê akrobasî dikir. Motorsiklet ne bîrewer diajot. Mele çend caran lê ?îret kir, got: “ Kurê min, te hi?ê xwe xwariye? Tu çima wek mirovan li vê hespê ?eytan siwar nabî ! Tuyê ji xwe re jî û ji me re jî te?qelekê çêkî, hinekî gehi?tî be lawo “.
Re?o digot „erê „ lê dîsa bi ya xwe dikir, wek hespên serxwe? motorsîklet diajot.
Re?o rojek di taxê de wek bablîsokê bi motorsikletê çû, ji ni?kê ve pîkapek derket pê?îya wî. Re?o bi ?id (lez-tew?) ji pa? ve çava li pîkapê ket, li hewa teqle avêt û bêrih (giyan) cendekê wî kete dawîya pîkabê. Haya ajovanê pîkabê qe jê tune çi qewimî, rêya xwe dom dike û diçe pîkabê li kûçeyekê dide sekinandin, park dike û diçe mala xwe.
Yek telefonî polis dike dibê: “ Wele qezayek bû, yek li ser motorsikletê bû, wek çîka agir pekîya û li hewa firîya, nizanim çawa bû “.
Polis tê, li dev dorê motorsikletê mêze dikin tu kesî nabînin. ?ev diqede, dibe sibe Re?o tê ser hemdê xwe. Bala xwe didê waye di kasa pîkabekê de ye û ling jî zivirî ye, ?ikestî ye!
Re?o telefonî bavê xwe dike dibê: “Vaye ez di kasa pîkabekê de me, lingê min ?ikestîye û nizanim li ku me. Ev bû 17 saet ji xwe ve çûme ! “
Mele dibê: “Tu gerîya te bela xwe dît ne? Xwezî stûyê te ?ikestiba, ku ez ji te xilas bibûma. Ya min ji destê te ki?and min ji ?eytan ne ki?and e?ed û bîlah “filan û bêvan..
Erê erê me pir ki?and !
Me ji destê xayînan ki?and !
Me ji destê hevkaran ki?and !
Me ji destê ne camêran ki?and !
Me ji destê despotan ki?and !
Me ji destê çepgiran, rastgiran, terîqetçîyan, hecî û xoce û sofîyan pir ki?and werhasil…
De hela aqûbet çawa dibe ez jî nizanim…
Kurdistan
Mamê me Sînan lotikek li partîya xwe xist
Tirkan dest bi hêkên hesinî kir
Xalê me Ehmed vê carê bi dest û lingan da navê