Min çend meh berê çüna Sezgîn Tanrikûlu a nav CHP ê wek mafekî rewa bi nav kir. Gelek kesan bi ?ermokî jî be êrî?î min kirin û helwesta min rexne kirin. Hineka min wek “ Ebûqatê Ebûqat“ û hinekan jî wek “Siponsorê Sezgîn ê siyasî“ bi nav kir. Tam di vê xalê de ez dixwazim spasî Sezgîn Tanrikûlû bikim, ji ber min di nivîsa xwe de ji Sezgîn Tanrikûlû daxwaz kiribu ku ger ew nikaribe CHP a ?OVENÎST biguhere jî, divê ew wek Sezgîn Tanrikûlû ji xeta xwe ya welatparêz ?a? nebe û nekeve ber pêlên CHP ê. Bi siyaseta CHP ya arîfeya hilbijartinê derket holê ku Tanrikûlû di guhertina siyaseta CHP ê de rolek sereke û erênî dilîze. Gava mirov li s?yaseta CHP ê ya berî çûna Tanrikûlû dinere, mirov rola wî ba?tir dibîne.
Kurdan heta îro bi berxwedanê hinek serketin bi dest xistine. Lê gellek caran me ji bîr kiriye ku em têkevin nava partîyên dewletê û wan partîyan ji hindur de birûxînin, yan wan partîyan ji hindur de bînin ser rêya îmanê û wan di pirs û mesela Kurd de bi kêmanî nermtir bikin. Ger 70 wekîlên di nava AKP de xwedîyê ruhek netewî û di zanîna mesela Kurd de bûna, ez bawerim wê îro AKP di pirsa Kurd de di ast û rew?ek cudatir de bûya. Herweha ger Kurdên ku di nava CHP û MHP de jî xwedîyê ruhek netewî bûna û di qebûlkirina pirsa Kurd de zorî bidana partîya xwe, belkî îro Kurd di astek din de bûna. Lê nebû. Wekîlên ku di nava partîyên dewletê de cîh girtibûn, yan ji bo bêrîka xwe û berjewendîyên malbata xwe xizmet kirin, yan jî pi?tgirî dan siyaseta ?ovenîst û serokên wan partîyan û bûn ?irîkên sûcê wan.
Dewlet siyasetek 40-50 salî datînin ber xwe, bi plan û projeyên dûdirêj dixebitin, siyaseta xwe berfireh dime?înin. Lê em Kurd heta bi îro jî rojane fikirî ne, me rojane siyaset kiriye û em bi plan û projeyên dewletê derneketine ser rê. Halbûkî ger rew?enbîr, zanyar û siyasetmedarên Kurd bi aqlê selîm têketana nav partîyên dewletê û di wan partîyan de „hêlînek ji bo pê?eroja Kurdan“ çêkirana, belkî di van 30 salên dawî de rew? cudatir bibûya û hetta heta bi ciyekî rêveberîya wan partîyan jî têketa destê Kurdan. Lê mixabin me nekir. Me „ji hindur de fetihkirina kelehê“ neanî bîra xwe. Me bîr biribe jî me li xwe dananî û sersarî kir û hîna jî dikin.
Ji ber vê; min pi?tgirî da Sezgîn Tanrikûlû û helwesta wî. Heke mirov xwe naskiribe û xwedîyê îradeyek saxlem be, ez bawerim karê ku mirov di nava partîyên Kurdan de bike, mirov kare di nava partîyên dewletê de jî bike. Bes ku ew îrade û kesayetî radestî siyaseta ?ovenîst nebe.
CHP berî hilbijartinê plan û projeyên xwe pê?kê?î awira gelemperî kir. Di bernama wan de pêkanîna „sîgorta malbatê, kêmkirina dema eskeriyê, damezrandina Komîsyona Lêgerîna Heqîqet a Edaletê, daxistina benda hilbijartinê û heta bi astekê naskirina nasnama Kurdî jî“ hene
Ji alîyê din serokê CHP Kemal Kiliçdaroglû ji Denîz Baykal û grûpa wî helwestek cudatir datîne. Ji CHP a kevn zêdetir artê?ê rexne dike û kêm be jî, ji CHP a kevn zêdetir dixwaze xwedî li nirxên „Sosyal Demokrasîya Tirkiyê“ derkeve. Ez bawerim di van guhertinan de rola kesên mîna Tanrikûlû jî ne kêm e. Bi taybet ger bixwazin, Kurd û Elewî karin bandorek mezintir di guhertina CHP û siyaseta wê de bikin ku ti?tê dixuye jî ev e. Çerkez ên ku CHP dagîr kiribûn û di bin serokatîya Onder Sav de siyasetek ?ovenîst û artê?parêz dime?andin, îro ew siyaset hêdî hêdî bi xêra Kurd û Elewîyan tê guhertin û nermtir dibe. Ev jî helbet di berjewendîya Kurdan de ye. Helbet hîna kêmasîyên CHP pir in. Namzetkirina endamên Ergenekonê û Kemalîstên ku dijminatîya Kurdan dikin ji bo CHP darbeyek mezin e. Lê divê em ji bîr nekin ku CHP partîyek dewletê ye, xwedîyê dîrokek 70 salî ye û ji guhertina wê re jî wextek dirêj, xebat û kefteleftek mezin pêwist e. Lê di her halûkarê de CHP a nû ji CHP a kevn bi gellekî nermtir û Sosyal Demokrattir dixuye û heger Kurd û Elewîyên di nava CHP de bi îradeyek saxlem biçin ser pirsgirêkan, wê karibin hêhî hêdî kirasê ?ovenîzm û Kemalîzmê heta bi astekê ji CHP bikin.
Di dawîya nivîsa xwe de karim bêjim ku di guhertina bername, rê û rêbaza îro ya CHP de Sezgîn Tanrikûlû rolek ba? lîztiye. Hêvîdarim Kurdên ku di nava CHP, AKP, MHP, HAS Partî û partîyên din de ne, bêyî ku îradeya xwe radestî siyaseta ?ovenîst û Kemalîst bikin, ji bo guhertina partîyên xwe û qebûlkirina pirsa Kurd zêdetir bixebitin.
Tu rast dibeji Sezgin kurdek heja u kurdperveri.leyla zana ji kurdperveri.le belè li meclisè cend bibin? bi mi calakiyà bè ittiad her ba§i.bes hinek camer dibejin,bla zarokèn kurda li dibistanà SONDA ME nexwenin.bes tu cima li meclisè tirkan,li ser namus u §erefan xwu u bi inkariya kurdiyatiya xwu sonda diki?
Xwezî ew tenê bana!
Îcar aliyê kurd de jî dixwazin vê teoriyê li gel bidin pejirandin: “Netewa dîmoqratîk ya Tirkiyeyê – Demokratîk Tûrkîye ulusu!“
Ke wate; Hemû neteweyên Tirkiyê yek netew dihesibînin….
Gelo ma ev jî ne eyb û ?erm e?
Her roj li roj tv de û hemû çapameniya xwe de qal û behsa wê dikin. Wek peyvek bi efsûn(sîhîrlî) be, têgeh û peyva ‚Netew“ bi kar tînin. Bi wê efsûnê gelê Kurd dixapînin. Gelo dixwazin bi yek kirina hemû gelên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê netewek nû biafirînin? Ji gotinên wan a?kere wisa xuya dike, lê kêm kes wê fêm dike, mixabin.
Ev jî pir eyb û ?erm e, û dijî azadiya me ye.
Ka li ku ma daxwaz û doza netewa KURD?
Tofana lotika pîroz li wan hemû kesan bikeve û hew.