Li ser bextê pêxwas û esrarfiro?ên Amedê be, dibêjin sê partîyên Kurd ên qerase destên xwe dane hev, bi sê telaqên jin û mêr berdanê sûnd xwarine ku ji bo yekîtîyek netewî bixebitin û bi lotikên xwe Tirkiyê bihejînin.
Li gora sîxurên me radigihînin û jinên Amedê li ser tenûran dikin galegal, dibêjin van her sê patîyên qerase li ser heft xalan li hev kiriye û bi Tewrat, Incîl û Qurabê sûnd xwarine ku ji îro û pêde bi hev re bixebitin û lotikên xurt bavêjin derûdorê.
Xalên ku her sê partîyan li ser li hev kiriye ev in cîgerên min. De ka bixwînin bê çi dikeve serê we.
* Amedekirina makzagonek ku nasnameya Kurdan nas dike û mafên xwerêvebirina Kurdan misoger dike,
* Kurdî wek zimanê perwerdehiyê bê qebûlkirin û di qada civakî de bi awayekî serbest bê bikaranîn,
* Kurd bikaribin bi nasnameya xwe ya xweser xwe bi rêxistin bikin û bi awayekî azad tev li pêvajoya siyasî bibin,
* Hemi girtiyên siyasî bên berdan,
* Hêzên mîlîter ên li herêmê û cerdevanî bê rakirin,
* Benda hilbijartinê bê rakirin,
* Divê cînayetên ku di pa?erojê de li dijî Kurdan pêk katine bên ruhnîkirin û hesab ji canîyan bê pirsîn.
De hevkarîya her sê partîyên me li ser xêrê be û xwedê tifaqa Kurdan xira neke rebbî…
Amîn….
Amed
Bji, biji.bla jina reco bidin kemo.
Çi li hev hatî ne. Her hebin û bijîn.
Bi hêviya ku vê lotikê xwe berfirehtir bikin û bi derdorên din re jî vê hêza girîng meztir bikin.
Cegeran li Amedê bi vî lotikên xwe re ji bo hemû Kurdan peywirên neteweyî barî pi?ta her kesî kirin, afirîn afirîn. Helbet divê her kes li gor vî lotikê tevbigere û bixebite. rexne kirin jî serbest e, bê tirs û hevalane ye û divê bibe jî ger pêwîst be. Ji bo saxlemî, ba?bûn û serkeftina vî li hev kirinê ked û renc divê.
We di nûçeyan de dît ne wisa, ku El Fetîh û Hamas jî biryargirtine bi hev re bixebitin bo neteweya xwe. Hin çapameniya cîhanê ya wan nî?an da lê ya me!?!?
Helbet ev lotika Kurdan bi qasî Kurdistana pîroz, pîroz û evrar e.
Divê her kurdperwerekê/î ?anenav û muhra xwe bavêje di bin wan biryar û xalan.
Êdî nema kes dikare li pê? Kurdan de raweste, ne ErdoGan ne mhp û chp. Dê mgk pif be û hew.
Lê ez dibêm jibîr kirine ku xalek lê zêdebikin!! Ku parastina erdnîgariya bakurê Kurdistanê bi hêzek çawa bête parastin û hê gelekên din.
Helbet dê ew jî bê amadekirin.
Lê ez dibêm di vî î?ê de î?ek din jî heye ku ve?artiye, ew jî bandor û têsîra Lotikxaneyê ji bo pêkve karkirina vê encama pîroz de heye.
Lotikxane jî sîwan/?emsiyê vî li hev hatinê ye, lê naxwaze xwe a?kere bike. An na, dê gelê me bixwaze bila partiya Lotikxane xwe a?kere bike ku bikaribin bibin endamê wê. hh ))
Helbet Lotikxane ya hamû kurdperweran e, lê ez dibêjim dê heta îlankirina Kurdistana mezin karê xwe bidome û wê roja xwe? de hemû ar?îva Lotikleaksê radestî muzexaneya Amedê bike….
Ew xanima Filîz Koçelî jî bûye Kurd! Evîndarê gelê me pir in! Lê xwezî kesekî/ê Kurd bi navê BDP li cem wan rûni?tî bana!
Kek Bayram Bozyel wek serokek e û li wî jî hatiye ha. Bêguman ev yekitî ango bi hev re xebatek ji bo doza neteweyî ye, derdê me ne serokek e.
Gelo pîrozbahî li Amedê an jî di Lotikxanê de heta kengê bidomin?
De ji min jî evqas û ev jî di ser de be: teW teW teW….
Kurdistan welateme her biji Kurdistan
Siyar bune Partiye te her biji Kurdistan
Ser xere be Rebiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiii
ser xere be,xwe? xeber,heke beko ?ewan b?hel?n..
Keremkin fikr û nêrînên din jî bixwînin. Nivîs, ji malpera rojevakurd.comê ye.
Bijî yekitîyên hê meztir û Kurdistanî. Heta wê rojê em ê qîma xwe bi vî bînin! hh ))
.
Hilbijartin û tevgera kurd – Dara Bilek
Di her qonaxê de, tevgera kurd behsa yekitiyê û hevkariya di nav xwe de dike û vê yekê gelek girîng dibîne. Di van hilbijartinan de jî di nav be?ek kurdan de hevkariyek hatiye kirin. Ev hevkarî ne hevkariyek stratejik e. Tenê hevkariyek ji bo hilbijartina ye.
Bê goman li gel hinek kêmasiyan jî hevkarî ti?tek ba?e. Dema mirov li vê hevkariyê dinêre, dibîne ku ev di navbera BDP-ê û KADEPÊ de hatiye çêkirin. Di hilbijartina de du cih dane KADEP-ê, û wek din mirov navê Altan Tan dibîne.
Wek tê zanîn HAK-PAR û BDP-ê li hev nekir û HAKPARê biryar da bi navê partiya xwe bikeve hilbijartina û berendamên xwe jî e?kere kirin. Lê pi?tre bi daxuyaniyekî kif?kirin ku ew xwe ji hilbijartina didin aliyekî û wê pi?giriya berendamên serbixwe yên BDP-ê bikin. Bê goman ev helwesta HAKPARê cihê genge?êye û dê rojên pê?iya me de bête xuyakirin ku ka gelo ev helwesta HAKPAR-ê çewe bandora xwe li nav wan bi xwe bike.
Bloka ji bo hilbijartina di însiyatif a BDP-ê de hatî çêkirin, piranî li gel hinek rêxistin û partiyên marjînal yên çepên Tirkane. Li bajarên Tirkiye jî kesên girêdayî van rêxistinan wek berendam hatine nî?andan. Gelo ji bo çi BDP-ê li gel van grubên çepên marjînal hevkariyên hilbijartinan de israrê dike? Hilbijartinên ji berî niha jî her hevkarî li gel van rêxistinan hatibû kirin. Gelo rola KADEP yan jî ya Altan Tan di hevkariya li gel van grubên çep hatî kirin çîye nayê zanîn û dixweyê ew ne di nav vê prosesê de ne.
Ji aliyê Kurdan ve hevkariya hilbijartina diviya li ser hinek prensîban bihata pêkanîn û heta mikinbûya hemî rexistin û tevgerên kurd di vê hevkariyê de cih bigirtan. Lê pêknahatina vê yekê kemasiyek ya vê hevkariyê ye. Ev hevkarî ne li ser bnigehê li hevhatinek prensibî çêbûye û li ser ni?ankirina berendamiyê hatiye avakirin. Heta niha tu bernameyek ji aliyê kesên ku di vê hevkariyê de cih girtîn bi awayek gelemperî nehatiye deklere kirin.
Gelo di propanganda hilbijartinan de tenê alên BDP-ê bêne rakirin yan dê alên KADEP yan jî HAKPARÊ li gel al û sembolên BDP-ê bêne rakirin?
Niha em hemî rew?a van partî û rêxistinên kurdan dizanin. Ji bilî BDP-ê heza kesekî û dengên ku kesekî bike parlementer tuneye. Ev havkarî bi temamî di bin bandora BDP-ê de hatiye pêkanîn û naveroka li hevhatinê, naveroka helwesta BDP-ê bi xweye. Ji derê vê ti?tek din tuneye. Tenê çend kesên ku ne endamên BDP-ê ne wek berendam hatinê destnî?ankirin.
Pi?tî hilbijartina dê helwesta van kesên ne endamê BDP-ê ne , dê çibe nayê zanîn. Eger armanc tenê ketina parlementoyê be ev ti?tek dine û mirov vê jî rexne nake, ji ber ku ew jî helwesteke. Na eger armanc yekdengiya kurdan be, divê prensîbên yekdengiyê bêne cih anîn.
BDP-ê bi manewrayek siyasî û li gora xwe erênî hinek berendam ji derê endamên partiya xwe nî?andane û pi?giriya wan dike. Mirov dixwesta ku hemî aliyên kurd li ser hinek prensîban li hev bikiran û bi hevre kar bikiran. Lê rew? mixabin bi awayek din e.
Ti?tek din jî heye ku divê mirov behsê bike. Pi?girîya berendamên ku BDP-ê nî?an kirin mafê herkesekiye û divê mirov rêzê li dîtina wan bigre. Ev yek ji bo kesên ku ne derdora PKK-BDP-ê derbas dibe. Lê dema ew pi?giriya berendamên BDP-ê dikin , nabê kesên ku vê hevkariya hilbijartina rexne dikin tawanbar bikin.
Di van demê halê de gelek kesayetên melakiyê dikin derdikevin holê, radibin ser piyan û herkese ku new ek wan bifikire tawanbar dikin. Bila tenê ev yek wek xalekî berbiçav be. Ji ber ku ew helwestên di bingeh de melakî hebê, zererê didin wan kesên ku pi?giriya wan tê kirin.
3.Gulan.2011
Dara Bilek
http://www.rojevakurd.com/niviskar/7431-Hilbijartin-tevgera-kurd.html
kiliililililili…lê welah aha iro sibe wê kemal burkay daxwiyaniyekê bide,wê disa ji kurahiya dilê xwe birindar bibe…ya ji Ibrahim guclu,ku wek ezediyan ku ji gotina xerab acizin ew ji pkk u bdp acize,wê disa bêjin“wek ku her kesdizane“na yabo em nizanin…u wê êri? bike,ji xwe her du jî dema ku bi nerînên xwe dibêjin weha dibêjin“ji xwe ji aliyê her kesî ve tê zanîn“me ji dikin hevalê nerînên xwe….na yabo na em nizanin u bela em nizanibin ji mala we ava