Heta niha kesekî nizanîbû bê wê kengî qiyamet rabe û ev dinya serûbin bibe. Lê serokê Kurdên sererd û binerd ba?qan Ocalan, bi kerametên xwe roja qiyametê ji me re e?kere kir. Pi?tî 15 Hezîranê!
Ocalan di hevdîtina parêzerên xwe de vê hefteyê hem bi xwe qiyamet rakir û hem jî roja qiyametê e?kere kir. Lê bela jinên Kurd jê re bilîlînin û bi govendê bigrin. Çima? Ji ber ku ocalan di hevdîtina xwe de „azadîya jinê di ser azadîya netewî, di ser azadîya her ti?tî re“ girtiye û gotiye: „Heta jin azad nebin tu ti?tek nayê guhertin“.
Yabo qurban, sayin ba?qan, bi ellawekîl hingî min go „Azadîya jinê û 101 carî azadîya jinê“ jina min xwe li ser serê min kir general, lotikek bêîman li min xist û talîya talî me hevdu berda. Tembîya min li we be hay ji azadîya jinên xwe hebin gelî xwendevanan..
Axir, ba?qanê me vê carê tirr ji BDP berdaye û ji wan re gotiye „Bûrjûwazîyên piçûk“. Li gora ba?qanê me, BDP ti?tekî ji siyasetê fahm nake.
Û PKK û gerîlla?
Gotiye: „Gerîllatî kirine wek lîztika zarokan. Ev ?er û gerîllatî ne wek ku ez difikirîm, wek min nakin“ û lotikek qerase li gerîlla û serokên gerîlla xistiye.
Ez serê we bê?înim û neê?înim, ba?qanê me vê Çar?emê jî serê me Kurdan kir ?orbe. Em nema zanin bê emê ji kîjan ayetên Çar?emê bawer bikin û ji kîjanan bawer nekin. Lê ji niha ve min amadekarîya xwe kiriye gelî xwendevanan. Madem wê pi?tî 15ê Hezîranê qiyamet rabe û roja qiyametê ye, ezê pez û dewarên xwe bifro?im û ji xwe re terk û dinya bibim. Ezê xwe di ?ikeftekê de ve?êrim belkî hema ez ji roja qiyametê xilas û azad bibim babam..
Bi ya xalê xwe bikin û hûn jî buxçik û baholkên xwe amade bikin. Birevin, birevin û heta hûn karibin ji roja qiyametê birevin û hûn ji min re sax….
Kurdistan
Bi serè bave mi tu rasti.destè xanima xwu bigri u bici serè çiya,yè CUDI.li ser Cudi gelek §ikeft heni.pi§ti kiyametè tu u xanima te,hùn dibin Adem u Havva.aman, aman tu bibi ji destè xanima xwu sèv nexwè.bo nefsè nekevi xepsè.yabo leptopà xwu birva nekin.deng u basè teyr u tukà bo me rè bikin.camer digot ez isa,musa filan,fistan u fistika Anteb.
ji xwe lime píroze b,renenas le haye te ji te hebe tuji qehre ne teqi hineke xwe konturol bike. ji ber dema ew gavan tave tavejin u mezin dibin hinek weki te di teqin mesela we ne rexne kirine tene heqaret ne kurde wariye inkare. tu qurbana wan bibi rebi.
serok apo ronahiya gelê kurde rênas, zimanê xwe zêde direjmeke.berpirsyarê lotikxanê
ev kundir ci nivisandiye we wi birqandiye
Ha?a, ha?a, xwedêvo, wî îzlamî kîngê ?er kiribû ? Revokê hizmetkar rojek tenê ne li cem gerîla bû. Di dinye yê de revokek ewqas wî hîn nîne. Hemû rêbarên dinya yê, ji Ho ?î Mîn bigire heya Arafat, heya Misto Betonê T.C. li dem la?ker û artê? û gerîleyan xwe dikirin, bi wan re radibûn, bi wan re rudinî?tin. Mile Mistefa, Simko, Ubeydullak, Sêx Saîs, Seyît Riza hemû cli cem xelkê xwe di nav ?er debûn. Serokê gundîyan, revok û hizmetkarê T.C. li dijî dijminekî pi?ta xwe da dijminek din ?erê Kurdan kir, Kurd û Kurdistan serûbin, tarûmar kir, di hembêza H. Esad te tekilî ye xwe û la?kerê T.C. hebû, mala Kurdan li sere Kurdan hilwedi?and, gundîyan ji dikirin bijî bijî wek nezîyan digot „Heil Hîtler“=pîroz Hîtler. Lotikxane rast dinivîs e, ku ew gundîyan kole û murît bûn, ‚camêr!’ ê xwe pexember jî bibîne, îlahî jî…
ji ber tirsonek u xwe firosen weki te hebun ci ceten cekdari u ceten siyasi histin kurd di vi hale de biminin.ev 1 yadin ger ne insanek mezin buya 30 sala gele kurd li pe ne dimesi. 2 ji xwe ne layiqi deve teye tu ser bi axivi
ez ji dixwazim tisteki bezim ev ehmeqe go nivisiye edi nabe tirsik ci ji ji ber bere hun hesiren jinen xwene u nikarin li jinen xwe xwedi derkevin.beri her tisti ji bona kurdistanek azad ev sih sal we cikiriye u ci dikin serok bere hertist aniye ber cave xwe u ana ji bo azadiya kurda di kudeye herkes zani here ber mireke u bas tif ser caven xwe bike.ew cax ji bona te qiyamete
Ezîzê ber dilê min
Ma heyceye em eyb û arên hev derxin meydanê qurban? Belkî em hêsîrên jinên xwe bin,lê em wek hinekan (!) jinên xwe naxapînin û li welatên Balkanan li dû jinên xelkê nagerin. Ev sîh sal in me ti?tek nekiriye (ku me bi qasî bejna te û giranîya te jî ti?t kirine) ba?e te çi kiriye bavê min? Law ne hûn ji henekan fêhm dikin, ne hûn ji siyasetê fêhm dikin. Ez wek îmana xwe zanim ku te ti?tek ji nivîsa min û ji hevpeyvîna Ocalan jî fêhm nekiriye. Ma min heqaret li Ocalan û serokê te kiriye? Ciwamêr di hevpeyvîna xwe de çi gotiye min jî bi zimanê mîzah-siyaset heman ti?t nivîsandiye. Îcar ev çi pelûle tu bi serê xwe û me de dirjîne ezbenî.
Îcar devê min veneke û nehêle em hevdu bê?înin. Ka tu berê ti?tekî ji hevpeyvîna serokê xwe fêhm bike, dîroka wî ba? fêhm bike û ji dêvla me tu her ber mirêkê û bifikire. Hem li defê û hem li zirnê nexe heyran.
Ezizo ez gori, ki xwedi derneket jina xwu?ki goti zeki muren merè heri ba§i?ki bave xwu inkar kird u qurè dia xwu bu?ki ji devletè tirken fa§ist jin dixwuazi?qexpeti karè kiyè,emè bejin teres.ya na?ki bi nermik ù bi kewmi Lùt mè§ dikit?jina ne namusa mi bit,ne jina mini.
keke ezi tu kari xwedi li fikren xwe derkevi u rexne ten bersiv bidi le na be mirov ji kare hundire xelk i ji bi axive ew tistek zide bas nine ji ber ew dikeve jiyana taybet. mesele me siyasi u kurdewariye. ma em ci bikin hinek dive nane xwe bi tistan bixwen ma ger ji xwera kare ke dernexin we ci bikin . mesela hinekan qaraqol 6 ji bir kiriye ci sere kurda tini ci xefike li pesiya kurda nabinin hema dicin inkar u be bextiya dikin.