Li ser nûçeya derew ya Avestakurd
Mixabin ku ev cara diwemîne malpera Avestakurd nûçeyên bêbingeh li ser serokê PYD ê birêz Salih Muhemed Mislim (bavê Welat) diwe?îne. Em dibînin ku ev ?êweyê we?andina nûçeyên bêbingeh yên dûrî rastiyê, metodekî êrî? û re?kirinêye li hemberî partiya me û bi taybetî li hemberî rêvebiriya partiya me.
Em weke komîta ragihandina PYD ê dibînin ku malpera Avesta di vê dema nazik ya ku rojavayê Kurdistan têre derbas dibe, partiyên me nêzîkî hev dibin û dengê xwe dikin yek li hember dost û dijminan, pêwiste rêvebirên malpera Avestakurd li gora exlaqê çepemaniyê tevbigerin pêre jî xwe dûrî nûçeyên bêbingeh û pirevekisyon û tevlîheviyê bikin. Wê pir û pir ba? be ku malpera Avesta bi erkên xwe weke ragihandin rabe û xwe dûrî kîn, tolhildan û hisabên biçûk bike.
Di dîtina me de ya rast ew bû ku malpera Avesta ji me jî bipirsiya ka ev nûçe rastin ya na, lê em dibînin ku mebesta Avestakurd ne belavkirina nûçeya rast û bêalî ye, beravajî vê em dibînin ku ew jî ketiye nav kempaniya re?kirina partiya me.
Kampanya re?kirinê li dijî partiya me tu sûdê ne ji malpera Avestakurd re û ne ji doza gelê me re li rojavayê Kurdistan tîne. Em bi hêvîne ku ev malper di zûtirîn dem de xwe dûrî van lîstikên qirêj bike û bibe alîgirê çareserkirina pirsgirêka Kurd û hevgirtina partiyan li rojavayê Kurdistan û dev ji nûçeyên derew berde.
Nûçeya li ser hevdîtina serokê partiya me û Be?ar Alased serokê komara Sûrî derew e û bingeh jêre tune.
Em dozê li malpera Avesta dikin ku jêdera xwe e?kere bike.
Komîta raghandina PYD
18.05.2011
Ev mirovê Avestakurd li pey intiqamekê ye, weke marê ku te ew birîndar kiribe.!! bi rastî me fam nekir cima..?? carnan dengê bashûre carnan deng Erdogan e. Gelo kî ci bi serê vî kiriye nizanim lê pir bi kîne li hember vî beshê welat. Gelo ji bo cend pereyan ji Nêcîrvan bistîne an hinekan ti?tek pê kiriye û lotikik qerase lêdan e. Nizanim… xwedê bike bihna xwe berde û tu kîn li hemberî tu Kurdî pê re nemîne….
ev mirov tam provokatoreke. Li nav pkkê ji gelek karen provokatori kiriye. Li dij Sivan Perwer ji gelek tishten neshêrîn kir. Ya bas ewe ku ev meriv ji hela hukumeta Kurdistane were darizandin. Iro desthilata kurdan heye. We gave heq neheq jihev cihe dibe.
Xizmeta malpera AvestaKurd gelekî ji xizmeta PYD zêdetir di meydana Kurdayetiyê de.
Komîta PYD gerek daxwaza lêborînê ji AvestaKurd bixwaze û dest ji van metodên El-Essedî berde.
Li çi welatekê yan zemanekê jêderên nûçeyan tên zorkirin ko çavkaniyên xwe ashkere bike?
Dema dibejin (kurd) agir bi quna tirkan dikeve ….. le dema nave pkk yan hezjekiriyen pkk te gotin agir bi quna ve malpere di keve ….. ev ci kesin lo xwe be pere difroshin ? ? ? ?