Li gora sîxurên me radigihînin, dibêjin her sê sosyalîstên „fîftî Kurd û fîftî Tirk“ Ertu?rul Kürkçü, S?rr? Süreyya Önder û Levent Tüzel, ketine ber heyra sûndxwarina li meclîsa Tirko û ev lotika wan di nav BDP de bûye ciyê nîqa? û serê?andinê.
Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin her sê sosyalîstên ku bi xêra xirrê Kurdan bûne wekîl û wê biçin meclîsê bêrîka xwe germ û nerm bikin, gotine ku „sûndxwarina li meclîsê li dijî bîr û bawerîya sosyalîzmê ye û em nikarin sûnd bixwin ku emê „girêdayî rêbaz û darbeyên kerxanecî Misto bin„.
Dibêjin wê BDP bi taybet li ser vê mijarê li Amedê bicive û vê pirsgirêkê nîqa? û çareser bike.
Lê zêdebûna ser kezebê ev e ku tê gotin wê xaltîka me Leyla Zana, vê carê bê serê?andin sûnda nîjadperest bixwe û ji çapemenîyê re gotiye ku „ezê vê carê pisgirêkan dernexin. Ji ber ne di berjewendîya pêvajoyê de ye, ezê sûndê bixwim“ û lotikek çeqilmastkî avêtiye.
De xwedê kerîm û rehîm e…
Ka emê bibînin bê kî box e û kî beran e..
Zîtirkvanên Tirk yan lotikvanên Kurd….
Amed
Weke mirovekî belengaz, welleh ez sûnda bi tirkî bi wê wateyê naxwum.
Bere namzetên me li ser gotina xwe ya bi gelê kurd re dayîn bimênin, azadî azadî… .
ci dibe bila bibe!.
Erè miro mirin bo kurdan .serkevtin bo tirkan.kèy li kurdistan kurd nema bù?jiletci u esrarkesèn siwerege, di de u jina ataturk ki.ki hevalbendi bi kemalisten cinayetkaran bikit ne ji kurdani.