Di dîroka 70 salî ya partîya CHP de cara yekem e ku partîya dewletê CHP di meclîsê de sûnd naxwe. Ev lotik wek ku qantir bizê tê fêhmkirin. CHP a ku stûnek ji stûnên dewleta Tirko ye û di meclîsê de sûnd nexwe!?
Em bêjin BDPî yên me neketin meclîsê û sûnd nexwarin. Lê CHP? Ma ev jî ne elameta roja qiyametê ye gelo? Law çawa partîya Atavirqo di meclîsa xwe de sûndê nexwe? Kesî dîtiye û bînaye?
Na na, ez dibêjim wê ti?tek ji vê CHP û serokê wê gundî Kemal derkeve. Her wê ti?tek jê derkeve lê ez nizanim wê çi jê derkeve. Ne rîx e, ne jî gû ye…
Enqere
Silav Lotikxane û tema?evan-xwînêrên wê! 🙂
Sala 2008an de doz, ango gote gotên Ergenekonê destpêkirin! Ew sala sedsaliya 1908an bû ku îteatê teraqî bû çi bû, navê wê jî ba? nizanim, hatibû ser hikumê! Ewan Padî?ah û Osmanîparêzan ji qesrê jî ji her qadê jiyanê jî avêtibûn, fîlan û bêvan. Erê dizanim ku gelek kurdên bakurî dîroka dawiya Osmanî û destpêka tc-yê pir ba? dizanin (mixabin) hh )).
De neyse, çi bû bû, ez ê berdewamkim.
Me di ders/bernameya DÎROKA ME ya li ser Kurd1 bi lotik, ango lêkolînên birêz Malmisanij (û bi devê wê yên gelekên din jî) dît û bi tema?ekirinê hê kurtir fêr û jê hay bûn ku, kesên îteatê teraqî çawa Kurdan dîsa bi navê tîfaq a li dij qesra Osmaniyan ku pi?tî guherînan her ti?t azad be, mafên kêm netewan hebe û bi fêlan û bêvanan sîyasetmedarên me yên wê demê xapandin….
Gelo dê sîyasetmedarên me dîsa baweriya xwe ji rexneyên kemalîstan ên li hemberî akp-Erdoganî/Osmanîparêzan bînin û ber bi bayê wan ve xwe jî gelê xwe jî ka?ka? û dêris û mehf bikin??
Helebet hin sîyasetmedarên wê demê jî bi hi?yarî û bi ramanên netewî tevgeriyabû lê mixabin bi serneketibû bi egera gelek ti?tên cur bi cur.
Aha hemû mijar û mesele ev e canik û camêran….
Em li Amedê parlamanek dixwazin û hew….. Bila jixwe re lîstika parlamaniyê li Amedê di parlamada xwe de bilîzîn lo/lê hh ))
Min dema vî nivîsê dinivîsand li strana nû ê Nîzameddîn Ariç a bi navê AZADÎ guhdarî dikir. Bi destûra we ez ê nivîsê biqedînim û car din lê guhdrî bikim ))
Pir xwe? distre û stran pir watedar e jî ha!
Azadî….