Rojekî Mam Osman û zarokên xwe çûn mîhrîcana bajêr lûna parkê. Zarokan xwestin li balerînê siwar bin. Mam Osman dilê wan ne şikand got: “ De hûn siwar bin ez jî li jêr we temaşe bikim”. Keça wî got: “ Bavo wele tu siwar nebî, ez qayîl nabim. Tu jî siwar be “.
Mam Osman neçar li balerînê siwar bû. Wexta balerîn bi lez zivirî û ba girt, qidûmê Mam Osman şikest. Mam Osman lêbû bi kirîza (tengezarî) dil biçûya.
Mam Osman kire feryat û fîxan, erdkar balerîn da sekinandin û Mam Osman peya kirin. Kolonya bi ser û çavê xwe da û hinek bêhna wî hat ber.
Îcar Mam Osman bi serpêhatîya xwe re vedigot: “ Ku ez li ser balerînê bi krîza dil biçûma hûnê bihatina tazîyê (sersaxî), weyê bigota „bela serê we sax be, xwedê bi rehma xwe şa ke“, ma kesî ji we nedigot „ wey min di gora wî nihayo, ma qey zarok bû, çi karê wî hebû li balerînê siwar bû “ û pê re jî dikenî werhasil…
Îro jî gelek rêberên Kurdan tiştên kesanedîtî dikin, ji qedayê re vexwendinê dikin û paşê jî dibên “ çima ev qeda hate serê me “.
Ma qey hûn zarok in bavê min, êdî bes e heyran…!
Ji bo gel tiştekî qenc bikin, piştî çûyîna we bela ji we re xêr û xêratekî bikin; di gora xwe de bisitirin û bela xelk ji we re jî nebêje „wey min di gora wî nîhayo“ ne wilo ?
Herê bavê mino herêêêêê :).