Li Tirkiyê tiştên kesanedî diqewimin. Dibêjin: „Filankeso kumê xwe li serê bêvankeso dike“. Îcar ev jî mesela me û van dewşîrmeyên çeqilmast e. Bêbavan di binê kayê re ava xwe diherikînin û tu zinêkarî namîne go nakin. Lê go rebenekî Kurd xeletîyek kir, hew we dît mozikê bi qûna wan veda û dest bi êrîşê kirin.
De ji xwe re li kiryarên melayê Tirk û jina wî binerin.
Li bajarê Bûrsa, nehîya Kestel ê, Semra K a 38 salî bi kêrê xirrê mêrê xwe mela Orhan K jêkir û darek xist qûna wî.
Çima xirrê mêrê xwe jêkir?
Çima ku mela Orhan zinê bi jinek din re dikir, hem jina xwe û hem jî jinika din îdare dikir.
Piştî ku jina wî Semra bi zinêkarîya mela dihese, wek çêleka nav garanê dîn û har dibe, şev nîvê şevê radihêje kêra malê û xirrê mêrê xwe dide ber kêran, xirrê wî li ser rehekê dihêle. Mela Orhan bi qarewar ji xewê vediciniqe û bi xêra cîranên xwe ji mirnê difilite, li nexweşxanê xirrê wî bi ta û derzîyê pev ve didrûn.
Îcar bavê min, hay ji xwe û jinên xwe hebin law. Yan zinêkarîyê nekin û delalê ber dilê jina xwe bimînin, yan jî heke we zinê kir, berî hûn razên derpî û şerwalek kesinî li xwe kin go jina we nikaribe xirrê we di qurmik de jêke.
Ji min gotin…
Stenbol
Berya mihekê Jinek Amêrîkî wê jî xirrê Mêrê xwe jêkir..diyare nehîya Kestel xanim ew nüçe xwend u xwest bicerbînê ,, ke mêrê bê xirr çawa ne..
şansı meli hebu duritine eger avıtba devı xwe icar iş pır zor çıdıbu ne vısa……..