Rojekê kesekî dîkê ( dîkil ) Mela Nersredin dizî û xiste nav çantê xwe, baz da û çû. Lê belê mela gelek jîr û agah bû, her tim haya wî li mal û malatê wî hebû.
Mela diz dît û gotê: “Hey mirovê heram, te ji bo çi dikê min dizî?
Diz got min: “ Ma qey ez rengê diza didim? Min dîkê te ne dizîye!”
Ema haya diz lê nebû ku dêla dîk ji çantê wî derketibû derê û xuya dikir.
Mela got: “Belê tu rast dibêjî, lê dêla dîk tiştek din dibêje.”
De werne gowendê…
Gelek rêxistin û sazîyên me Kurdan bi alîkarîya xelkê me yên jar û mar, xwelîserên teşkrût, heta roja îro li ser pîyên xwe rawestane. Hinek kesên ku di nav wan partî û rêxistinan de berpirsîyar in, hema hemû tiştî wek dîkê mela dêxin nav çantê xwe, tu dibêjî qey mîrata bavê wan e. Bixwe, wexwe, keyf û seyran, dan û gan, şahî û şan. Lêxe babam lêxe!
Em Kurdên xwelîser û tir ken û fis genî, dîktator çêker û axa perest, li vê dunyayê ji du tiştî pir hez dikin û ji me re gelek girîng in. Dihol uûzirne, kîr û gon! Ev her du ji bo me xizîneyên mezin in.
Ma gelo kesekî wek Mela Nesredîn jî nîne ku bêje wan biraderên dîk diz bes e wî karî nekin? Haaaa, ez bi şeref û namûs û her sê telaqén mela sûnd dixwim, li wê Awrûpayê kêm maye ku Kurd êdî di fîlmên porno de jî bilîzin û paran bidin we. Yahoooooooo qardaşim, canê min, hebîbî, eve karekî ne baş e. Willeh û billeh dêla dîk di roja ronî de xuyaye lo, ma êdî hewceyî veşartinê ye? Bila ev roj bêt û mela şahid, hay ji me û hay ji we….
Ûrmîye
Rojhilatê Kurdistanê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe