Apê Silêman nexweş li ber mirinê bû. Doşega wî raxistin, mela bi ser de dixwend. Xebera reş giha gund, gundî ji bo heq helalîyê çûn serdana wî.
Rebeno wisa nexweş bû, ji jan û êşa nexweşîyê nikarîbû serê xwe li xwe bigirta. Serê wî carê bi alîkî ve diket, çavê wî beloq dibûn û kûr mêze dikir.
Ji gundîyan xalê Necmedîn bala xwe dayê waye apê Silêman çavziq li wî mêze dike. “ Ev çima li min mêze dike gelo? Dibe ku min jî bi xwe re bibe “
Mela got “ Ne heyran, belengazo di sekeratê de ye, hişê wî ne li serî ye, çi eleqeya wî bi te heye ? “
Xalê Necmedîn hinek bêdeng ma, bala xwe dayê waye cardin lê mêze dike. Ji nişka va bi dengekî bilind got “ Li alîyê di mêzeke keftorê heram, te çavê xwe beloq kirîye tu li min mêze dikî. Ma te ji min xêr e wîî “
Bi kurtasî, zêde zeman derbas nebû; xalê Necmedîn jî bi wê tirsê çû ser dilovanîya xwe.
Belê, navê mirinê sar e, lê ku mirinê derî li mirov girtibe, wek şêra bêtirs biçin. Hiç nebe şal û derpê xwe nelewitînin, ji nevî û nevîçirkê xw re nebin rûreşîyek giran…
Kurdistan
Mamê me Sînan lotikek li partîya xwe xist
Tirkan dest bi hêkên hesinî kir
Xalê me Ehmed vê carê bi dest û lingan da navê