Jina Kurd im ez naz û delalim
Zana û hêmin, jîr û ciwanim
Li deşt û newalan, wekî xezalen
Xodayê evînê, ji eşqê re hevalim
Bibîne bixwîne, ji wan reng û rûyan
Dixwazim bijîm ez, wekî we hemûyan
Wekhevî weke însan, ne wek heywan
Naxwazim bijîm ez bi girîn û jan
Tu hey Kurdo, were merdo bi mêranî
Jina Kurd bûn çiqas zore tu nizanî
Em tên kuştin bi destên we bi hêsanî
Şeref namûse, bedel xwîn û bêxodanî
Jin bi jinî, evîna reş, kotek û lêdan
Li her warî, bo çi em jin dibin qurban?
Bo Kurdistan me xebat kir bi rih û can
Şer û xebat, bûne şehîd, heta neman
Rojek nîne bê xwe kuştin û şewtandin
Zilm û zorîya ser jinê, jin helandin
Mêrên zordest, civaka me paş hêlandin
Nîne çare, ji bilî wê xwe guherandin
Ez im Keça duhî, jina îro, dayka caran
Dilê xemgîn pir der û êş li dem û dewran
Xweş kin dilan, evan gulan, dilê daykan
Rêz û hurmet, qedr û qîmet, ji boy jinan
Ûrmîye
Rojhilatê Kurdistan
Ma mêr ji Eyşika Ereb in keçko!
Mirov ji nîvê rê jî vegere baş e
Xaltîka me Ehmed tir ji Romîyan berda