Firoşkarekî Kurd çûye gundekî Tirkan, li ber derê malekê destgehê xwe vekirîye. Malxoyê malê jê re bi sênîyê hinek xwarin û çay tîne. Piştî xwarinê, herdu suhbet dikin û cixarên xwe dikişînin, jinek ji malê derdikeve qûna xwe li ba dike û seksî ber bi navenda gund diçe.
Kurdê me bi rindikbûna jinikê matmayî dimîne û bi çavekî xowarde li jinikê mêze dike. Mêrê jinikê dibê “ Ula Kurdo sen ne yapıyorsun ? Neye bakıyorsun? (Lo Kurdo tu çi dikî? Li çi mêze dikî? “
Kurdê me qe nagire ser xwe û bi nîv Tirkîya xwe dibê “ Ma bu qarî senindir? ( Ev jin ya te ye ? )“
Mêrik dibê “ Hee benimdir.(Erê ya min e)”
Kurdê me dibê “ Sîkêsen mi ?(Tu dinê ne wilo? ) “
Mêrik dibê “ Hee sîkêrem (Erê dinimê) “
Li ser vê gotinê, ava devê Kurdê me diherike , wisa ji xwe ve çûye nîhana jinikê xeyal dike û dibê “ Keşke senîn yerîne olsaydim (Oxxx xwezî bi canê te) “
Xwedîyê malê firoşkarê Kurd ji ber derê xwe diqewirîne werhasil…
Li ser serê Kurdan hurme hurma topa ye, qirçîna guleya ye. Van rojên nêz başqan, sîyasetmedar û melayên ser erd û bin erd di hewz û deryayan de bi rindikên seksî re di kêfê de ne. Ka mirov çawa nebê “ xwezî bi canê we “ cîgerim….
Kurdistan
Rojava têk here Bakur û Başûr jî têk diçe. Rojhilat bê aqûbet dimîne.
Dîko li ser Sûrîyê nirxandinek dîkane kir
Here Bexda, were Hewlêr