Ez nizanim çawan bêjim, willeh em Kurd gelek ecêb in, tu tiştên me wek yên xelkê nînin.
Rojekê em Kurdên her çar perçan lê bi piranî Kurdên rojhilat, li pêşberî UN (Neteweyên Yekbûyî) li bajarê Genevê (Swisrê) li hev hatin û li dijî binpêkirina mafê Kurdan, kuştin û zilm, zor û daliqandinê me xwenîşandanek bi rê xist. Hal û hewayek gelek xemgîn jî hebû, me bi dûrişmên xwe hewar dikir û wêneyên şehîdan di destên me da, yanî me dixwest dunya hay ji dengê me hebit û bêne hewara me.
Lêêêêê, way lê!
Di wê navberê de me dît makîneyek mezin (Bûs) bi amêrên deng û muzîkê hat. Em gelek keyfxweş bûn, me got êdî emê bi wan amêran bi dengekî bilind durişmên xwe biqîrin û erdê bihejînin, tirsê bêxin dilê dijmin.
Welhasil, dem û dezgehên xwe dabezandin, hazir kirin û hema CD ya Ezîz Weisî xistine ser û dest bi helperkê (govend) kirin. Xelkê Swisrî, kamera û rojnamevan hemû ecêbmayî man, zimanê xwe geztin û çavê wan fireh bûn.
Ez serê we neêşînim, ne me zanî em ji bo çi hatine û ne çapemenîyê. Li dawîyê wextê ku nûnerê me çû hindir û di gel karbidestên UNê peyivî, wan jê re gotibûn “willeh me jî nezanî hûn ji bo çi îro hatine lêre (vir)?”
Em Kurd, li şahîyê her govend, li rêpêwanê gowend, li xwenîşandanê govend, li şin û tazîyê govend, li şer govend, li malê govend, êdî govend û govend û govend, heta kengî!?
Ez gelek fikirîm lê min jî nizanî, feqet min şîya (karîbû) vê helbestê binivîsim.
Gelê bê miraz, bi tenbûr û saz
Delal û pir naz,reben û belengaz
Şivanê mirîşk û qaz, rê dûr û ser evraz
Wa me dijmin kuşt, bi tirr û fis û gaz
Em xweş mirov in, ew hirç û hov in
Em aşiq û meşûq, wek zava û bûk
Lê çi bikim radibe, her gav tiştê me
Agir dixîne nava dilê me
Kurd û Kurdistan dice ji bîra me
Bêhna barûtê, têtin ji bin me
Pexş û belav kir hiş û aqilê me
Agir berbûye, willeh qûna me
Dîsa wek cara, Kurdo hev bigrin
Li her çar perça, govendê bigrin
Bikevin çîya, dîsa wek şêra
Lêxin lotikan bi dihol û zirna
Ûrmîye
Rojhilatê Kurdistanê
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!