Jin jiyan e û jiyan jî bê jin nabe. Helbet jiyan bê mêr jî nabe. Mesela qapax û beroşê ye, ne jin bê mêr dibe, ne jî mêr bê jin.
Qanûna xwezayê ye, ne her tişt bedew û xweşik dibe, ne jî her tişt kirh û nexweşik dibe. Tiştên xweşik û bedew bala meriv dikşînin ser xwe û tiştên kirh jî dilê meriv dixelînin. Lê bedewî jî, kirbûn jî dîsa tam û lezîzek xwe heye.
Axir, li gora lêkolînek Zanîngeha Harvard ê, dibêjin inên bedew, spehî û seksî bandora „eroîn û morfînê“ li zilaman dikin, wan wek esrarkêşan pûç dikin. Kesên ku li jinên bedew û spehî binerin, wek ku eroîn û morfîn kişandibin bêhiş û serxweş dibin
Zanîngeha Harvard ê, lotikvana agirpêketî Rosîe Huntîngton Whîteley wek nimûne daye. Li gora lêkolînê, Rosîe Huntîngton Whîteley bandoran eroîn û morfînê li ser zilaman dike û tirrê di wan de dike fis.
Li gora lêkolînê, gava meriv li jinek bedew û seksî dinere, ew herêmên ku di mejî de bandora narkotîkê lê dibin, dikevin tevgerê. Yanî, ha te li jinek bedew nerîye û ha te morfîn kişandiye wek bi bandor in.
Rosîe Huntîngton Whîteley, Angelîna Jolîe, Scarlet Johanson û Adrîana Lîma çend ji wan jinan in ku doxînê li zilaman sist dikin û wan bê eraq serxweş dikin.
De ka li wan binerin bê hûn jî bê morfîn serxweş dibin yan na..
London
Dîko li ser Sûrîyê nirxandinek dîkane kir
Here Bexda, were Hewlêr
Xweş xeber e, lê me ne bahwer e