MÊRANÎ BI XESANDÎYAN NABE

 Havînê naxira dewaran diçe li mêrgan diçêre, çêlek an nogin  wextê kelê wê tê conega dixwazin pê re bikevin lotikan. Çêlek, nogin  ji ber conega direvin; bazdidin û berê xwe didin gund. Conega û mozik bi xiroş baz didin ser çêlek û noginan.

       Îcar carna conegayên hatine xesandin jî, tu dibê qey dikarin tiştekî bikin; ew jî bi pey çêlek û noginan dikevin. Nebîrewer êrîşî çêlaka bi kel dikin, wek mirovên bê hiş xwe diwestînin.

       Rojekê em li ber derê malê di suhbetê de bûn, çêlekek hat û li pey çêlekê çend conega û mozik direvîn. Xwedîyê çêlekê, çêlek kire axur, gayê xesandî rabû ser banê axur û banê axur hilweşîya, ga kete xwarê. Em revîn, me mêyze kir waye lingê ga şikestîye, gazî Hecî Elî kirin, hat lingê şikestî cebar bike.

Hecî Elî got: “ Çi qewimî  çawa lingê ga şikest ?

Yekî got: “ Hecî, li pey çêleka bi kel hat û rabû ser banê axur ket û ev hat serî.

Hecî kenî û bi ser ga de got: “ Hey bê hiş, bê aqil, ma di te de mêranî maye  ku tu xwe wilo diteqînî û ev hate  serê te, tirr  li  te kirine fis wî .” 

 Hecî zivirî ser me û got: “ Mirovên bê hiş jî wek vî gayê xesandî tirr di wan de nemaye lê hîna jî dev ji mêranîyê bernadin, lewma ji xwe re bobelatan peyda dikin.

 Werhasil…

       Ev jî mesela Kurda ye. Hinek kesên bêmerc xwe radestî dijmin kirine, hatine xesandin, mêranîya xwe kirine pênc pere;  îcar rabûne hîna jî dixwazin ji Kurdan re serokatî û rêbazîyê bikin. Na yabo em ne hewceyê gayên xesandî ne, cıvata Kurdan dikare ji nav xwe bi sedan conega û mozikan biafrîne cîgerim, wey!

Kurdistan

About The Author