Siyasetmedarê Kurd, lotikvanê jêhatî kekê me Taha Berwarî, dîsa lotikek Kurdewarî avêt, dilê Kurdan xweş û dilê dijminan jî reş kir.
Tahayê me di derbarê rewşa siyasî ya îro û pirsgirêkên herêma Kurdistanê, Tirkiyê û PKK de çend lotikên şareza avêtin û pesend kir ku wê êdî Kurd xwîna Kurdan nerjîne.
Tahayê me behsa helwesta Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û cîhgirê wî kek Nêçîrvan Barzanî kir û dibêje ku helwesta wan jî diyar e û di her wesîleyê de ew teqez dikin ku „êdî xwîna Kurdan bi destê Kurdan nayê rijandin“ .
Kekê me Berwarî, di dema wezîrtîya xwe de çi li Ewrûpayê û çi jî li Kurdistanê xebatên hêja kirin û bi taybet li Îskandînawyayê lobîyek mezin ji bo Kurdan çêkir, dostên Kurdan zêde kirin.
Werhasilî kelam, dijmin tim dixwaze ku Kurd xwîna Kurdan birjîne û wan bike dijminê hev. Lê heke her siyasetmedar û rêveberê Kurd wek serok Barzanî, kek Nêçîr û kek Taha Kurdewarî bifikirin û berjewendîyên netewî bidin pêş, ez bawerim wê heta hetayê Kurd xwîna Kurd nerjîne û tifaqa Kurdan tarûmar nebe.
Xwedê xêra her Kurdê ku naxwaze Kurd xwîna Kurdan birjîne, qebûl bike rebbî!
Erê PKK vîrûs e, lê kîjan vîrûs cîgerim?
Ramanli tir ji Uçum berda
Ma hûn dizê xwedê ne bavê min!