De werin û xwelîya heft gundan li serê Kurdan nekin û çewalan nexin serê wan. Ez bawerim heke Kurd ne misteheq bûna, rebbê alemê Kemalîst û dewşîrme nedikirin serok û rêberên wan.
De ji xwe re li zîtirka xalê me Hasîp Kaplan û partîya wî binerin û têra xwe bifikirin.
Xalê me Hasîp Kaplan, di dema serdana heyeta TUSÎAD ê de lotikek Tirkane û Kemalîst avêt û li ser navê Kurdan li Kurdan siwar bû.
Kaplan efendî çi bêje başe hûn zanin?
Gotiye: “Jina min ji min berdayî be, bi şeş telaqên jinberdanê, heke ne ji partîya me be ala Tirkiyê bi azadî li Kurdistanê pêl nade. Ez pir vekirî dibêjim, tabûrek û bînbaşîyek nikare li serê çiyan ala Tirkiyê biparêzin, lê em diparêzin. Em diparêzin ji ber ew nirxê me yê hevbeş e” filan û jehr û ziqûm.
Law Kurdo!
Law xwelîsero!
Law ehmeqo, peppûko, bêmecalo!
Tu keç û xortên xwe bişîne serê çiyayên Kurdistanê, bela ew ji bo xeyala Kurdistanek serbixwe şehîd bikevin, bela serokên wan ên Kemalîst, bekçî û parêzerên yekîtîya xaka Tirkiyê û ala wan jî li ser pişta xwîna keç û xortên Kurd zikê xwe mezin bikin.
Wey tifûûûûûûû li me be ku em didin dû van sermezin û zikmezinên Kemalîst û xelas!
Amed
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!
Jennîfer Lopez bû hecî