Osmanê Gewaşî mir0vek gelek nîyetpaqij e. Osman di daîreyek dewletê de notirvanîyê dike. Dema teqawît dibe, nîyet dike ku biçe Hecê û wê nîyeta xwe ji jina xwe re jî dibêje.
Jina wî xwe li erdê dixe û dibê :
-Divê tu min jî bibî.
Osman mecbûr dimîne jina xwe jî bibe û ji bo hindê jî çend zevîyan jî difiroşe.
Xesûya wî dibihîze ku zavayê wî û keça wî diçin hecê, ew jî dozê li wan dike û dibêje:
-Hûn hêjta ciwan in, hûn diçin hecê, ez kesek tinê me, kes li min xwedî dernakeve.
Û pîyê xwe di rikêbê de dişidîne.
Osman jî diponije û ji xwe re dibêje:
-Xesûya mirov dîya mirov tê hisêbê, xêr e ! Ezê wê jî bi xwe re bibim.
Dîya Osman dibihîze ku Osman xesûya xwe jî bi xwe re dibe, dikeve inadê û ji kurê xwe re dibêje:
-Ez jî bi te ra têm, tu çawa xesûya xwe dibî û min nabî ! Heke tu min jî gel xwe nebî, ez heqê dayînîyê û şîrê xwe li te helal nakim û roja qîyametê eaê dewayê li te bikim.
Osman ji bêçareyî wê jî bi xwe re dibe.
Axir, bi hev re diçin hecê ku gunehên xwe bidin efûkirin. Israra jin, xesû û dayîka wî, di serê Osman de dibe pirsgirêk. Osman xwebixwe dibêje:
-Bi xwedê ezê guhdarîya wan bikim û zanîbim ka efûkirina çi ji xwedê dixwazin.
Guhdarîya xesûya xwe dike, xesîya vî dibêje:
-Xwedêyo! Min ewqas rê da ber xwe û ez hatim derazînka te, tu min efû bike. Di filan wextî de, dema mêrê min leşker bû, min çend xort girtin nava nivîna xwe.
Guhdarîya dîya xwe dike, ew jî dibêje:
-Xwedêyo! Tu min efû bikî, min mêrê xwe dixapand û çend caran bi şivanê me re razam.
Guhdarîya jina xwe dike , ew jî dibêje:
-Xwedêyo! Dema mêrê min bi şev bekçîtî /notirvanî dikir, min çend caran dostikê xwe bir malê.
Li ser van gotinên dê, jin û xesûyê, Osman hêrs dibe û dibêje:
-Xwedêwo! Tu min efû bikî ku min ev hersê qahbik anîne hizûra te.
Bi vê wesîlê cejna qurbanê ya hemû Kurdan bi taybet ya erdhejzedeyên bajarê Wan ê pîroz dikim. Hîvîdarim wê ev cejna qurbanê bibe sedemê aramîyê û hizûrekê bîne nav Kurdan.
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!
Jennîfer Lopez bû hecî