Kurdekî me li Stenbolê ji kurê xwe re keçeke Tirk xwest. Daweta wan kirin, li taxek din warxanek kirê kirin û li wir bi cîh bûn. Piştî dawetê xinamîyên xwe herî baştir nas kirin.” Kultur û kevneşopîyên wan ji hev cuda bûn, ji hev xweşnûd nebûn. Ev mijar li malê dihat axaftin, zar û zêç jî bi rewşê hayedar bûn.
Rojekê telefon hat, xortê Kurd ji dayîka xwe re got “ Dayê, li ba te bê edebî nebe bûka te niha li nexweşxanê ye, hûn dikarin werin gelo? “
Dêya wî got “ Kurê min xêr e ? Çi bû?”
Xortê me şermokî got “ Xêr e, dayê bûka te raza, jê re keçikek bû “ Dayê tatêl girt, li mêrê xwe gerîya, agahî dayê ku were û bi hev re biçin nexweşxanê.
Keçika wan ya biçûk Zeyno ji dêya xwe pirtir bi tatêl bû, dixwest bi lez biçin nexweşxanê. Dêya Zeyno got “ Keçê tu çima lez dikî? Bavê te di rê de ye, bila were emê biçin ha “
Zeyno got “ Dayê ma tu fêm nakî, em berî Tirkan biçin tif devê pitikê bikin; bila xûyê wî bişibe yê me.”
Dê bi kenîn ji xwe ve çû werhasil.
Gelo wextê ev xwarzîyên Tirka yên Kurd ji dayîkên xwe bûn, yekî/yeka wek Zeyno bi aqil tunebû tifî devê wan bikirna ku bişibîyana me ?
Hûn bawer bikin em cezayê ne tifkirinê dikişînin, hûn çawa difikirin gelo?
Mamê me Sînan lotikek li partîya xwe xist
Tirkan dest bi hêkên hesinî kir
Xalê me Ehmed vê carê bi dest û lingan da navê