Kurdên me, carna lotikên qerase li bin dûvên xwe dixin, lê bi xwe nizanin. Kuro di nav xelkê de rûreş bûne, lê wek xwedîyê ziyaretê ne! Yek di ber ziyaretekê re derbas bû jê re go: Erêêêê…erêêêê ziyaretê! Min gelek caran bi derewan bi te sûnd xwariye! Ziyaretê jî lê vegerand: Min jî gelek caran mala te xera kiriye, lê tu bi xwe nizanî!
Di bûyerên navçeya Badînan de xuya bû, bê hîna çiqas dem ji me re divê, ta ku em bibin mirov, yan jî hinekî pêş bikevin. Ew karên kirêt ku rûdan, ji şewitandina dikanên meyê ta hotêlên xwedêgiravî ku li wan mesacên nermik û germik tên kirin, cihê dax û xemxurîyê bû! Xort û gencên xelkê di çûna ezmanan de difikirin, yên me jî, me dît bê li Zaxo, Sêmêl û Dihokê çi kirin! Kevir û blok di wan hotêlên ciwan de werdikirin û ew hemû serwet û saman şewitandin, wan bêbavan, roja recimkirina (Duha) yê, ew keça êzîdî ku bi keviran serê wê, berî çend salan perçiqandin, carek din anîn bîra min! Welleh min got qey daxwaza vegerandina Kerkûk dikin, ellawekîl! Law ji Zaxoka delalê destpêkiribûn û bi panayî, Badînan dabûn ber xwe! Îca nizanim, ew karê hovane, ji gewîtî bû, gelo ji hovîtî bû, yan jî destên gunikreşan li pişt bû!
Dibêjin, rojekê yekî Emrîkî, yekî Ewropî û yekî Ereb çûn ba xwedê, ta ku bizanibin ka wê kengî bikaribin biçin ser heyvê.
Yê Ewropî ji xwedê pirsî: Em kengî dikarin biçin ser heyvê ezbenî?
Xwedê gotê: Piştî sed salên din hûn dikarin biçin.
Bû kûr-kûra yê Ewropî, girya û bi îsk-îsk gote xwedê: Ev hemû pêşketinên ku me pêk anîne, ev hemû buhişta ku me li erdê çêkiriye, hîn piştî sed salên din îcar em karin biçin ser heyvê?
Rabû yê Emrîkî bi pozbilindî û ji xwe bawer ji xwedê pirsî: Em kengî dikarin ji Koşka Spî berê xwe bidin ser heyvê ezbenî?
Xwedê lê nerî: Piştî pêncî salên din.
Yê Emrîkî jî wek yê Ewropî dest bi girî kir, li xwe xist û gelekî xemxur bû.
Dora yê Ereb hat, rabû egala xwe xwar kir, li ser kabokê rûnişt û got: Ya allah! Em Ereb, xwedîyê xurma, deve û bûraqê, kengî emê biçin ser gumer?
Vê carê îca xwedê rabû girya û gotê: Welleh ev ne di dema min de ye!
Îcar yabo, bi qesema navê vî xwedayî û wî xwedayî, xelkên me jî, di dema herdu xwedayan de li pêş neketin û nebûn mirov! Û yê bêje ne wilo ye jî, bera berovajî vêna ji bo min piştrast bike û hûn sax!
Pismamê Esed got: Heger Kurd nelezînin wê pê bigirin
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist