Hewce nake ez ji we re behsa kesên dewşîrme û çeqilmast bikim. Ji ber ji %75 kesên li Tirkiyê dewşîrme û xwînheram in, ez nizanim ez behsa kê ji wan bikim û behsa kê nekim. Lê nimûneya herî baş û berbiçav şowmen û qûnekê dolheram Mehmet Alî Erbîl e.
M.Alî Erbîl bi binyata xwe Kurd e. Bapîrê wî Şêx Esed ê Erbîlî di sala 1835 an de li Erbîlê (Hewlêrê) çêbûye û piştre koçberî Stenbolê bûye. Piştî ku Şêx Esed ê Erbîlî beşdarî bûyerên Menemen ê dibe, ji alî dewletê ve tê şeniqandin.
M.Alî Erbîl jî wek bi hezaran Kurdên çeqilmast bi esl û koka xwe zane, zane ku bi binyata xwe Kurd e. Lê ji ber ku ruhê netewî pê re çênebûye û ji bo wî “pare, zinêkarî û qûnekî” her tişt e, bi rehetî kare heqaretê li koka xwe, li Kurdan jî bike. Kurdên bi vî awayî wek zibil pir in. Heke hûn Kurdan ji siyaset, bazirganî û hunermendîya Tirkiyê derêxin, bawer bikin wê Tirkiye biheje, biherife. Bi kurt û Kurmancî; Tirkiye li ser pişta Kurdên çeqilmast dijî û li ser pîyan e.
Dolheram M. Alî Erbîl, van rojan bi çend jinên biyanî (bi qehpikan re ha) hat girtin. Lê min di dev de mîzto ji bo eyba qûna xwe veşêre, ew jinên biyanî kirin “jinên Wanî” û heqaretek mezin li Wanîyan û jinên Kurd kir. Xwedêgiravî ew qehpik jinên Wanê ne û Erbîl efendî cil û xwarin daye wan.
Ê hey tu bi qurbana bapîrê xwe Şêx Esed bûyo, çima te negot ew jin qehpik in û ez gûyê wan dixwim oxlim? Ma jinên Wanî muhtacî çend qirûşên te ne oxlim?
Aha Kurdên dewşîrme, çeqilmast û xwînheram wek M. Alî Erbîl in ha gelî xwendevanan. Heke namûs û xîret di pozê wan de hebûya, wê hinekî xwedî li kok û binyata xwe derketibûna.
Lê ka ew namûs û xîret kaaaaaaaaa?!
Stenbol
Rojava têk here Bakur û Başûr jî têk diçe. Rojhilat bê aqûbet dimîne.
Dîko li ser Sûrîyê nirxandinek dîkane kir
Here Bexda, were Hewlêr