Herdu Kurd jî karsaz in û li Stenbolê dijîn. Yekcara dihatin ba hev suhbet dikirin, bi henek û laqirdî dema xwe derbas dikirin. Rojekê mijara suhbeta wan li ser mezinayî û biçûkbûna xiran (kîr) bû.
Karsazê Sêwazî behsa çend xirmezinên devera xwe kir.Dor hate yê Elezîzî, bi kelogirîn got “ Keko wexta dêya min mir, piştî wê bavê min di 60 salîya xwe de cardin zewicî ; jinikek ji xwe pir cîwantir anî. Min mereq kir hela bavê min dikare bine vê jinika cîwan yan na .“
Yê Sêwazî got “ Êê, tu çima digirî lo?”
Yê Elezîzî got “ Keko min şeva ewil di qula derî re li wan mêze kir, çi bibînim ? Tiştekî ecêb bû, xirê bavê min bi qasî xirê kerekî bû, tu bawer bikî. “
Yê Sêwazî bi ken got “ Estexfirila,wey sed maşelah! “
Yê Elezîzî yekser girîya û got “ Çi maşela keko! Fiqara dêya min çiqas zehmet dîtîye, dibe ku ji ber xirê bavê min bû ciwan çû ser dilovanîya xwe “ werhasil…
Yê Sêwazî got “ Na kuro dîn nebe, tu jin ji ber xirê mezin (gir) namire, ku wilo ba ji wê qulê zarok derdikevin; li ber zaroka xir pir biçûk dimîne ne wisa. “
Li ser vê gotinê yê Elezîzî aş bû, girîn berda û kenîya.
Kurdên me antîke ne, bûyerên wisa diqewimin mirov nizane bêje “ maşelah “ an jî bigirî. Jîyana Kurdan tevlihev bûye, şahî û xemgînî bi hev re tê de cîh girtiye. Ev jî tiştekî taybete bi rastî, divê bê vekolîn we go çi ?
Ma mêr ji Eyşika Ereb in keçko!
Mirov ji nîvê rê jî vegere baş e
Xaltîka me Ehmed tir ji Romîyan berda