Xortekî me ji leşkerîyê nû hatibû, bi heval û hogirên xwe re yarenî dikir.
Bavê wî mirovekî pir serhişk bû. Hat ba wan, li cem hevalê wî sîlek avêtê û jê re got “ Tu çi wek anotîya digerî ? Çima naçî zevîyê naxebitî ? “
Ev sîle pir li zora xortê me çû, qehirî, xortê me fikirî ku biçe bigihê gerîla û biçe serê çîyê.
Tarî kete erdê, xortê me berê xwe da çîyê û çû gihîşte gerîla. Ji wir ew şandin kampa Bekaayê. Çendekî li wir telîm û perwerdebûna gerîla dît.
Dît ku ev ne karê wî ye, poşmam bû. Rojekê ji fermandarê gerîla re got “ Heval, ez ji qehra bavê xwe xeyîdim û hatim tev li we bûm, ne bi dilê min e. Ku destûra we hebe ezê vegerim mala xwe. “
Fermandar got “ Ez daxwaza te ji komîta berpirsîyar re bêjim hela çi biryarê didin. “
Çend roj derbas bû, fermandar gazî xortê me kir jê re got “ Tu ji bo çûyînê israr (heter) dikî, tu zanî tu niha dibî çi?”
Xortê me got “ Ezbenî ez bûme çi ? Bi rastî nizanim. “
Fermandar bersivand “ Tu niha bûyî xayîn û cezayê xayîntîyê jî kuştin e. Dixwazî vegere biçe mala xwe “ werhasil.
Xortê me, hindî girîya perîşan bû, çav lê werimîn. Hevalekî wî jê pirs kir : “ Heval çi bû, tu çima digirî ? “
Xort got “ Çawa negirîm, ji bo sîleyek bavê xwe revîm hatim, li vir jî bûm xayîn heval “ wesselam.
Ez niha şaş û metel mame, pîvana “xayîntîyê “çî ye? Kê dipîve, çi dipîve? Bi çi dipîve? Kê ev raye daye kê ? Kî sînorê wê kifş dike? Li gorî çi tê nirxandin? Kî bi kî re xayîn e? Kî ji kî re xayîn e ? Ê de ka were ji nav derkeve yabo!
Rojava têk here Bakur û Başûr jî têk diçe. Rojhilat bê aqûbet dimîne.
Dîko li ser Sûrîyê nirxandinek dîkane kir
Here Bexda, were Hewlêr