Hinek pir pesnê ewledê (keç,kur) xwe didin, hinek jî ji ewledê xwe bi gilî û gazinc in. Her ewled ne ewled e, hinek ji wan bi kêrî tu tiştekî nayên, ne kêrhatî ne. Ne ji dê û bavê xwe re, ne ji cîvatê re bi kêrî tu tiştekî nayên. Car heye ji bo xwe jî kêrnehatî ne mixabin.
Li devdorê xwe binerin ji wan kesan gelek hene. Carna mirov difikire û dibê “ Xwedêyo, gelo te ev kes ji bo çi afirandin ? “
Ji xeynî xirabîyê tiştekî qenc nakin, her tiştî dihetikînin. Wexta dê gilî û gazîncê xwe dîke, ji dê ya wî re dîbên “ Xwezî heta te ew dîanî cîhanê (dînê), te tirrek an fîsek bikira çêtirbû “ werhasîl.
Niza me çi xwelî li serê xwe kir ku ji van “ tirrek û fisekan “ gelek Kurd hene ! Ne bi kêrî dê û bavên xwe tên, ne jî bi kêrî civata Kurd tên. Ji xeynî xirabîyê tu tiştek nabe para wan !
Gelo me çi guneh kir ku ev tirrek û fisek xesarê didin doza Kurdayetîyê? Kirdariya wan, kirinên wan wek yê dijminên Kurda ne mixabin.
Ku mirov tirr be dengekî nebaş dide, fis be bêhneke genî dide devdorê xwe !
Yezdan hevza meriv ji tirrek û fisekan bike rebbî !
Mamê me Sînan lotikek li partîya xwe xist
Tirkan dest bi hêkên hesinî kir
Xalê me Ehmed vê carê bi dest û lingan da navê