Piştî erdheja Herdîş û Wanê û hilweşîna avahîyan, piranîya helkê yan koçberî bajarên din, an jî çûn “Xîbetên bajaran”. Di hinek sîteyan de çi kes neman û dergevan jî çûn. Yên ne li sîteyan de jî hinan xanîyên xwe terikandin, di hinek kolanan de 2-3 kes mane, ew jî ji ber kar û dikanên xwe bi roj diçin kar û bi şev jî 2-3 kes bi hevre di xîbetekê de dimînin.
Ev rewş ji bo diz, xîz û talankeran bûye firsend. Ji bo dizîyê ji bajarên derva yên wek Dîyarbekir, Mêrdîn, Elezîz, Adana, Samsûn, Mêrsîn û hwd. tên dizîyê. Hinek kes bi tiran û bi pêlankên agirkujîyê tên dikevin apartimanan û sarinc, qesîner, makînên cilan û firaxşûştinê, mase û mobîlyên buha jê derdixin û dibin. Hinek bi dedektoran dikevin malan zêr û zînetan dibin. Berî niha bi çend rojan camêrek tê serdana mala xwe ya çartebeq, lê dinere vaye çend kesan pêlang danîne û mala wî vala dikin.
Xwedîyê xênî ji wan dipirse: Hûn çi dikin?
Ew jî dibên: Xwedîyê malê mala xwe bar dike, em jî karkerên wî ne.
Camêr ji tirsan qet dengê xwe nake, ji wir dûr dikeve û têlefonê ji bo polîsan vedike û dibê: “Hinek hatine mala min vala dikin”.
Polîs tên diz digirin. Diz bi tira xwe ve ji bajarê Samsonê hatiye û li xwe mikur hat ku heta niha 36 mal şelandine. Her şev û roj bi kêmanî bîst mal tên şelandin. Polîs pê nawestin, dema hinek dizan digirin û teslîmî polîsan dikin, polîs dibêjin: “Gazî me nekin, lêdin, bikujin û bavêjin, kes dawayê li we nake û we tawanbar nake.”
Li bajarê Wanê ji ber dizan teqandina çekan serbest kirine, heta serê spêdê kes nikare ji ber teqandina dermançan û dulûleyan razê. Hema hema li ba her kesê ku di xîbetên nava kolanan de dimînin û li ba nobedarên sîteyan, dermançe hene. Di xîbeta ber derîyê xanîyê min de sê kes dimînin û du dermançên çardexwer yên patpatok bi wan re hene. Hema kî bi şev rabe mîza xwe bike ji bo tirsandina dizan carcorek peqpeqokan vala dike.
Taqtîqa taxa xaçokê /yenî mehele.
Li taxa xaçokê diz dikevin mala yekî. Xwedîyê malê û cîran diz digirin û tiştekî nabêjinê, hema benekî tînin diz di binê – 10 pîle bi dîreka elektirîkê ve girê didin û diçin dikevin xîbetên xwe û çaya xwe vedixwin. Pîştî 3-4 seetan tên serdana girtîyê xwe dikin, çi bibînin! Hema ruh tê de maye. Dilê wan bi diz dişewite, wî berdidin û jê re dibêjin: “ Me di te kiroooo, dê here niha dizîyê bike ha!”
Wê agahdarîyên bajarê Wan ê bidomin..
Wan
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!
Jennîfer Lopez bû hecî