Lotikvana navdar, delala ber dilê xortên 14 heta 70 salî, xewn û xeyalên kal û mêrên jinberdayî, agirpêketîya porzer Carmen Elektra, piştî demek dirêj dîsa vegeriya pêşberî hezkirîyên xwe û got: Ez hatim, êdî bes e!
Carmen Elektra ya ku awirek çavên wê ji bombeya atomê dijwartir û lotikên wê ji lotikên qantir û bergîlan bi hinertir in, yek ji jinên herî delal û tenûrgerm tê hesibandin. Xanima bedew bi fîlmên pornoyê navdar bû û milyaketa xewn û xeyalên zilaman.
Werhasilî kelam, li gora fitne û fesad li ser tenûrên Amerîkayê dibêjin, dibêjin wê vegera Carmen Elektra ne wek vegera Ciwan Haco be. Ciwanê me bi albûma Veger germik û nermik vegerîya, lê dibêjin wê Carmen xanim ji agirê cegnemê germtir vegere pêşberî hezkirîyên xwe.
Ez serê we neêşînim, hay ji xwe û vegera Carmen xanimê hebin gelî xwendevanan. Eman eman xwe nêzîkî wê nekin, hûn jî bi agirê wê malmîratê neşewitin kuro…
Amerîka
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe